Hevdîtinên DYA-Îranê bêyî lihevkirin bi dawî bûn!

Cîgirê serokê Amerîkayê JD Vance ragihand ku dan û standinên wan ên bi Îranê re yên li Îslamabada paytexta Pakistanê di gihîştina peymanekê de têk çûne.

Hevdîtinên DYA-Îranê  bêyî lihevkirin bi dawî bûn!
12 nîsan, 2026   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li Îslamabada paytexta Pakistanê, di navbera DYA û Îranê de hevdîtinên krîtîk ên ji bo aştiyê dest pê kirin.

Piştî danûstandinan, Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance daxuyaniyek da. JD Vance diyar kir ku ew dê ji Pakistanê derkeve lê wan “pêşniyara xwe ya herî baş û ya dawî” daniye ber Tehranê.

Vance got ku ew bi pêşniyareke gelekî sade ji vir derdikevin, şêwazeke lihevtêgihiştinê ku pêşniyara wan ya herî baş û ya dawî ye û got; ‘‘Ka em bibînin gelo dê Îranî qebûl bikin yan na. Rastiya sade ewe ku pêwîste em sozeke piştrast bibînin ku ew ne li pey çeka nukleer in û her wiha ne li pey wan amûran e jî ku şiyanê didin wan ku bi lez bibin xwediyê çeka nukleerî.”

Îranê jî li ser mijarê daxuyanî da

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê jî danê siharê di daxuyaniyekê ragihand ku serkeftina danûstandinên aştiyê yên di navbera DYA û Îranê de bi dûrketina Washingtonê ji daxwazên “zêde” û “neqanûnî” ve girêdayî ye.

Ajansa nûçeyan a Tesnîm a ser bi Pasdarên Şoreşê ve diyar kir ku daxwazên Amerîkayê yên “zêdekirî” rê li ber gihîştina çarçoveyeke hevpar û peymanekê girtiye.