Hevdîtina şandeya Îmraliyê ya bi Partiya Yenîden Refahê re bi dawî bû

Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Partiya Yenîden Refahê bi dawî bû. Endamê şandeyê Onder got, “Hevdîtineke pir têrker bû. Em hatin dawiya vê maratonê."

Hevdîtina şandeya Îmraliyê ya bi Partiya Yenîden Refahê re bi dawî bû
7 ÇILE, 2025   19:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevdîtina şandeya Îmraliyê ku ji Parlamentera Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê Pervîn Bûldan, Serokwekîlê Meclîsê yê Partiyê Sirri Sureyya Onder û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin pêk tê, bi Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbekan re bi dawî bû.

Piştî hevdîtina li Meclîsê Onder û Erbakan daxuyanî dan. Ewil Erbakan mafê axaftinê girt û got ku şande têkildarî hevdîtinê wan agahdar kirine. Erbakan bilêv kir ku derbarê geşedanan de pirsên wan hene û şande bûye bersiva van pirsan. Erbakan got, “Pirsên me yên li ser hinek fikaran bersivandin. Hêvîdarin ku bibe wesîleya xêrê.”

Onder anî ziman ku ew guh dane pêşniyar û şiroveyên Partiya Yenîden Refahê û wiha got, “Pirsên ku me karî me bersivandin. Hevdîtineke pir têrker bû. Em hatin dawiya vê maratonê.”

Sirri Sureyya Onder got ku hîna ne diyar e bê ka kengê derbarê hevdîtina wan a bi Rêber Apo û van hevdîtinan de daxuyanî bê dayîn.