Hevdîtina şandeya Îmralî ya bi Nêçîrvan Barzanî re destpê kir

Civîna şandeya Îmraliyê ya bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re, destpê kiriye.

Hevdîtina şandeya Îmralî ya bi Nêçîrvan Barzanî re destpê kir
17 sibat, 2025   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî ku di 28’ê Kanûna 2024 û 22’ê Çileya 2025’an de bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî serdanên xwe didomîne.

Di çarçoveya serdanan de, Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtinan pêk bîne di 15’ê mehê de serdana Herêma Kurdistanê kir.

Şandeya Îmraliyê duh di saet 10:00’an de li navçeya Pîrman ya Hewlêrê bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re civiya, civîna bi Barzanî re saetek û 45 kêliyan dewam kir.

NÊÇÎRVAN BARZANÎ

Di heman çarçoveya bernameya şandeyê ya serdanan de, şande di van kêliyan de bi serokê Herêma Kurdistanê re hatiye gel hev û civîn destpê kiriye.

Dİ ŞANDEYA ÎMRALİYÊ DE KÎ CİH DİGİRE

Di şandeyê de endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan, Sirri Sureya Onder akik, hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, endamên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez, hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç cih digirin.

ŞANDE WÊ BİÇE SİLÊMANİYÊ JÎ

Tê payîn şandeya Îmraliyê li gorî bernameya xwe li Silêmaniyê jî bi serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî û cîgirê serokê hikumeta Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî re jî bicive.