Aştiya dewleta Tirk!... herî kêm 100 êriş

Tevî peymana di navbera QSD'ê û desthilata Şamê de hatiye îmzekirin jî dewleta Tirk a dagirker, herî kêm 100 caran êrişî herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Aştiya dewleta Tirk!... herî kêm 100 êriş
17 adar, 2025   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 10’ê Adarê de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û desthilata Şamê de rêkeftinek hat ragihandin. Li gorî xala sêyemîn a rêkeftinê, divê li tevahiya Sûriyeyê agirbest bê ragihandin û êriş bên rawestandin.

Lê tevî agirbestê jî komên çete yên dewleta Tirk a dagirker û her wiha dewleta Tirk bi xwe êrişên xwe didomînin.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya QSD`ê, di 6 rojên piştî ragihandina agirbestê de, di navbera 10 û 16’ê Adarê de, 102 êriş li dijî deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine.

Li gorî daneyên Navenda Ragihandinê ya QSD`ê, encamên êrişan wiha ne:

10’ê Adarê: Li gundên eniya Qerqozaqê bi zêdetirî 70 topên hawanê 11 êriş. Eniya bendava Tişrînê jî tevahiya şevê rastî topbaraneke tund hat.

11’ê Adarê: Li eniyên bendava Tişrînê û pira Qerqozaqê 12 êriş pêk hatin, 80 top avêtin herêmê.

12 ‘ê Adarê: 15 êriş li ser bendava Tişrîn û Qerqozaqê pêk hatin, 50 top li deverê ketin.

13 ‘ê Adarê: 14 êriş li ser bendava Tişrînê û Qerqozaqê pêk hatin, zêdetirî 80 top li deverê ketin.

14 ‘ê Adarê: 15 êriş li bendava Tişrînê, Qerqozaq û Kobanî pêk hatin, zêdetirî 180 top li deverê ketin.

15’ê Adarê: 16 êriş li bendava Tişrînê û Qereqozaqê pêk hatin, zêdetirî 60 top li deverê ketin.

16’ê Adarê: 19 êriş li başûrê Kobanî, bendava Tişrîn û Qerqozaqê pêk hatin, zêdetirî 80 top li deverê ketin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê her wiha 7 êriş li ser gundewarên rojavayê bajarê Girê Spî û Eyn Îsayê yên dagirkirî, her wiha gund û navenda bajarê Til Temirê ya Cizîrê pêk anîn.

ZIYANÊN MIROVÎ Û MADÎ

Li gundê Ceraf ê bajarokê Siîn ê kantona Firatê di encama bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirk a li ser malekê de, zarokek şehîd û 2 kes jî birîndar bûn.

Li başûrê Kobaniyê komkujiyek pêk hat, balafireke bêmirov malek li herêma di navbera gundên Berx Batan û Qomcî de bombebaran kir û di encamê de 7 zarok û dê û bavên wan şehîd bûn.

Di encama bombebarana tund a li ser herêmê de mal û milkên şêniyan wêran bûn.

(k)

ANHA