Gelê Çelebiyê komkujî şermezar kir 

Gelê bajarê Çelebiyê komkujiya ku dewleta Tirk duh li dijî sivîlan kiribû, bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Gelê Çelebiyê komkujî şermezar kir 
17 adar, 2025   12:28
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker duh di salvegera komkujiya Helebceyê de komkujiyek di navbera gundên Qomçî û Berxbotanê de li dijî sivîlna pêk anî û di encamê de 9 kes şehîd bûn û 2 kes birîndar bûn.

 Îro li bajarokê Kocekmêt ê girêdayî bajarê Çelebiyê ku wê îro şahiya Newrozê lê bihata lidarxistin, ji ber komkuijiyê şahî nehat lidarxistin û li şûna şahiyê daxuyaniyek li ser dika şahiyê hat dayîn.

Daxuyanî di aliyê rêveberê Meclisa Malbatên Şehîd a Çelebiyê Esed Ebûd ve hat xwedin. Daxuyanî wiha ye:

“Me wê îro şahiya Newrozê li dar bixista, lê ji ber komkujiya duh, me şahiya Newrozê rawestand û me xwest bi vê daxuyaniyê komkujiyê şermezar bikin.

Duh di salvegera Helebceyê de, dewleta Tirk a dagirker bi di heman rojê de komkujiyek li ser gelên sivîl pêk anî. Dewleta Tirk a dagirker di her Newrozê de êrişan û komkujiyan li ser sivîlan pêk tîne. Lê dîsa jî çi bi şîn be û çi bi şahî be em ê her sal Newroza xwe pîroz bikin. Dewleta Tirk a dagirker her tim dixwaze Newrozê li gel bike şîn, lê dîsa jî çi bi şîn û çi bi şahî, em ê Newroza xwe li dar bixin.

Dewleta Tirk a dagirker hemû êrişên xwe yên hovane li dijî sivîlan pêk tîne, her tim dixwaze hêz û vîna gel lewaz bike. Ev gel xwedî hêz e. Dewleta Tirk her tim dixwaze îradeya vî gelî bişikîne.

Em careke din komkujiya ku li dijî sivîlan pêk hatiye şermezar dikin û em ê heta dawiyê li pey xeta şehîdên xwe bin û em ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin.”

(sş)

ANHA