Hemrîn Omo bû rêvebera gerînendeteya Şûnwar û Mûzeyan li parêzgeha Hesekê

Parêzgeha Hesekê ragihand ku Hemrîn Mihemed Omo wek rêvebera gerînendeteya Şûnwar û Mûzeyan li parêzgeha Hesekê hatiye erkdarkirin.

Hemrîn Omo bû rêvebera gerînendeteya Şûnwar û Mûzeyan li parêzgeha Hesekê
5 tîrmeh, 2026   22:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgeha Hesekê îro li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku Hemrîn Mihemed Omo wek rêvebera gerînendeteya Şûnwar û Mûzeyan li parêzgeha Hesekê hatiye erkdarkirin.

Hemrîn Mihemed Oso li bajarê Amûdê, parêzgeha Hesekê, di sala 1988`an de hatiye dinyayê.

Xwediya lîsansa Fakulteya Wêjeyê û Zanistên Mirovî ye, beşa Şûnwaran, Zanîngeha Firatê.

Di salên 2022 - 2024 de cîgira gerînendeteya Şûnwaran û Muzeyan a “Rêveberiya Xweser” bû.

Di salên 2024 – 2026 hevseroka gerînendeteya Şûnwaran û Muzeyan a “Rêveberiya Xweser” bû.

Endama tîma Amerîkî yê ku li devera Girê Mozan li parêzgeha Hesekê dixebite ye.

(k)

ANHA