‘Hemasê qebûl kir ku çekan radestî desteya misirî-filistînî bike’

Di dan û standinên li Misirê de şandeya Hemasê qebûl kir ku çekên xwe radestî desteya misirî-filistînî bike.

‘Hemasê qebûl kir ku çekan radestî desteya misirî-filistînî bike’
7 cotmeh, 2025   16:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyên Hemas û Îsraîlê bi mijara gotûbêjkirina plana serokê DYA’yê Donald Trump a rawestandina şerê li Xezayê 2 roj e li herêma Şarm El Şêx a Misirê hevdîtinên nerasterast dikin. Rayedarên payebilind ên ji Misir, Qeter û DYA’yê beşdarî hevdîtinan bûne.

Çavkaniyekî filistînî ji Sky News re diyar kir ku Hemasê qebûl kiriye ku çekan radestî desteya misirî-filistînî bike. Lê di heman demê de xwest agirbest were pêkanîn û tevgera balafirên Îsraîlê yên li ser Xezayê were rawestandin da ku di nava hefteyekê de girtî werin komkirin.

Li gorî planê, divê Hemas di qonaxa ewil a planê de 58 girtiyên îsraîlî yên sax û yên mirî berde.

Heman çavkanî got Hemas qebûl nake serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tony Blair bibe waliyê Xezayê lê qebûl dike ku rola wî wek çavdêr hebe.

Li gorî heman çavkanî, Hemasê qebûl nekir ku plana Trump a Xezayê radestî komîteya navneteweyî ya demkî were kirin, lê qebûl kir ku hêzên ewlehiyê yên Filistînê yên ku li Misir û Urdunç perwerdeyê dibînin, derbasî Xezayê bibin.

Di destpêkê de dan û standin li ser 2 mijarên sereke bûn; mijara radestkirina girtiyên li Xezayê di berdêla berdana hejmareke mezin a girtiyên Filistînî de û xetên vekişîna Îsraîlê di nav Şerîda Xezayê de û asta qebûlkirina vê yekê ji hêla Hemasê ve, bêçekkirina Hemasê ku yek ji xalên herî berbiçav ên nakokiyê bû di hewldanên berê yên ji bo rawestandina şer de.

(bb)