Li Reqayê panelek li ser banga Rêber Abdullah Ocalan hat dayîn

Li Reqayê paneleke diyalogê li ser banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan hat dayîn. Beşdarên panelê destnîşan kir ku banga aştiyê banga avakirina bingeha edaleta veguhêz û bidawîkirina înkarkirina civakan e û gotin: "Aştî ji azadiyê dest pê dike, azadî jî ji Îmraliyê dest pê dike."

7 cotmeh, 2025   16:59
REQA

Akademiya Abdullah Ocalan a Zanistên Civakî û Akademiya Civaka Demokratîk a kantona Reqayê paneleke diyalogê bi dirûşma "Bi nêrîna Abdullah Ocalan em aştiyê xêz dikin" li dar xistin.

Panel li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Reqayê bi amade bûna  rewşenbîr, siyasetmedar, nûnerên saziyên civaka sivîl, meclis û akademiyên fikrî yên kantonê hat lidarxistin.

Panel ji 3 mijaran pêk hat. Mijara yekê li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Menaf Mûsa û rêvebera Akademiya Firatê Sîham El Mushib ve hat nîqaşkirin.

Di mijarê de armancên komployê û encamên ku jê dihatin hêvîkirin, hatin şîrovekirin.

Mijara duyê ya li ser têgîna aştiyê li gorî fikrên Rêber Abdullah Ocalan û girîngiya civaka demokratîk ji aliyê endamên Akademiya Abdulêah Ocalan a Zanistên Civakî Ayşe Çawîş û Akademiya Civaka Demokratîk Besam El Hemed ve hat nîqaşkirin.

Ayşe Çawîş diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan projeyeke fikrî ya ku sînorên neteweperestiyê derbas dike û edaletê ji gelan re misoger dike, pêşkêş kir.

Ayşe Çawîş got ku banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan bingeha edaleta veguhêz û bidawîkirina înkarkirina civakan danî.

Mijara sêyê ya li ser komploya parçekirina Rojhilata Navîn ji aliyê cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer ve hat nîqaşkirin.

Koçer diyar kir ku manîfestoya aştiyê neteweperestiyê red dike û projeya nenavendiyê û wekheviya jin û mêran, pêşkêş dike.

Di dawiya axaftina xwe de Koçer banga parastina sivîlan bi taybetî li Xezayê û avakirina civakeke hevgirtî, kir.

Di dawiya panelê de daxuyanî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hat kirin.

(mh)

ANHA