Ji Suryan, Ereb û Kurd peyama piştgiriya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Pêkhateyên li Hesekê diyar kir ku bi dorpêçkirinê îradeya şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê naşkê û peymana piştgiriyê da berxwedana her du taxan.

Ji Suryan, Ereb û Kurd peyama piştgiriya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Ji Suryan, Ereb û Kurd peyama piştgiriya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Ji Suryan, Ereb û Kurd peyama piştgiriya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Ji Suryan, Ereb û Kurd peyama piştgiriya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
7 cotmeh, 2025   16:04
HESEKÊ

Suryan, Ereb û Kurd ên bajarê Hesekê der barê êrişên hêzên hikumeta veguhêz ên li ser taxên Şêxmesûd û Eşrefiyê û dorpêçkirina her du taxan de nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Şêniyê bi navê Ebdullah Telal ê ji pêkhateyê Ereb bi van gotinan bertekên xwe li hemberî êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê anîn ziman: "Ev êrişên nayên qebûlkirin. Gelo çi ji gelê Sûriyeyê dixwazin. Eger dibêjin em Sûriyeyî ne wê demê çima li gorî diyalogê tev nagerin. Tu cudahî di navbera wan û çeteyan de nîn e. Bi van êrişan dixwazin fitneyan di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de çêbikin. "

Ebdullah Taha piştgiriya xwe bi şêniyên her du taxan re anî ziman û got, divê pêkhateyên gelê Sûriyeyê guh nedin van lîstokan û bibin yek.

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Suyran Gabrîel Şemûn diyar kir ku bi dorpêçkirin û êrişên li ser her du taxan dixwazin tevliheviyê li herêmê pêş bixin û da zanîn ku ev rewş nakeve xizmeta gelê Sûriyeyê.

Şemûn îşaret pê kir ku divê nakokî bi rêya diyalogan bêne çareserkirin û got: " Girtina rêyan li ser her du taxa karekî ne di cih de ye. Divê hikumeta veguhêz li xwe vegere û bi erka xwe rabe. Divê li gorî peymanên ku hatine îmzekirin tev bigere. Ji bo Sûriyeyeke demokratîk û wekhev divê em têkoşîna me li hemberî zihniyeta desthildarî xurttir be. Bi şer her du alî nagihêjin tu encamê."

Rojîn Elî ya ji pêkhateya Kurd jî destnîşan kir ku dorpêça li ser her du taxa tu carî nayê pejirandin. Rojînê diyar kir ku divê hikumeta veguhêz zihniya xwe li hemberî gelê Sûriyeyê û bi taybet gelê kurd biguherîne.

Rojînê destnîşan kir ku bi van êrişan êrişan dixwazin gelê Kurd tune bikin û got: "Em ê bi hev re xaka xwe biparezin. Şêxmesud û Eşrefiyê jî perçeyek ji xaka Sûriyeyê ne. Dorpêça li ser her du taxa ji bo çi ye û çi ji xelkê her du taxan dixwazin? Gelê Şêxmesûd û Eşrefiyê gelê me ye, em ê bi hev re tê bikoşin."

Rojîn Elî anî ziman ku divê Neteweyên Yekbûyî li hemberî van êrişan bêdeng nemîne.

(zş/He)