Hejmara taybet a Kovara Afaq Almeraa derket

Kovara Afaq Almeraa ku cara duyemîne bi hejmara taybet bi “têkoşîn û berxwedanan jinan a 2024`an, wê bibe meşeleya azadiyê ji bo sala 2025`an” derket.

Hejmara taybet a Kovara Afaq Almeraa derket
22 ÇILE, 2025   09:53
QAMIŞLO

Kovara Afaq Almeraa ya ku ji 2023`an ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weşanê dike, bi hejmara xwe ya 11`an a taybet cih daye panoramayên kar û xebatên jin ên sala 2024`an. 

Ev cara duyemîne ku hejmara taybet tê derxistin. Kovar bi sernivîsa “têkoşîn û berxwedanan jinan a 2024`an, wê bibe meşeleya azadiyê ji bo sala 2025`an” hatiye derxistin. Hejmar ji 132 rûpelan pêk tê.

Hejmara taybet bi panoramaya 2024`an cih daye destkeftî, kar û xebat, gavên ku tevgerên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avêtine. Mijarên ku hatine destgirtin jî nirxandina asta têkoşîna jinan di nava Şoreşa 19`ê Tîrmehê de û guhertinên ku niha li Sûriyeyê rû didin ne.

Gelek jinên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Êzdî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û Ewropayê ku di warê siyasî, dîplomasî, civakî, leşkerî û dîplomasî xebatê didin meşandin; bi nivîsên xwe beşdarî kovarê bûne.

Edîtora Kovara Afaq Almera Dîlan Osman ji me re diyar kir ku jinan di nivîsên xwe de zêdetir ji bo pêşeroja jinan li Sûriyeyê û geşkirina asta têkoşîna li hember zîhniyeta desthildar, pêşinyar û perespektîf dane.

Di heman hejmarê de nirxandin û perespektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên derbarê `Etîk û Estetîk` de hatiye bi cih kirin.

Kovara Afaq Almeraa di 1`ê Çileya 2023`yan de hatiye avakirin, 20`ê Gulana 2023`yan dest bi weşanê kiriye. Kovar tenê bi zimanê Erebî ye û mehê du caran derdikeve.

(sb)

ANHA