Şandeya DEM Partiyê dê îro biçe Îmraliyê

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê bi boneya bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne dê îro biçe Îmraliyê.

Şandeya DEM Partiyê dê îro biçe Îmraliyê
22 ÇILE, 2025   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan di 28ê Kanûnê de li Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. 

Şandeya ku ji Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û siyasetmedar Ahmet Turk pêk dihat, piştre jî bi serokên partiyên siyasî yên koma wan li Meclisê heye, bi siyasetmedarên girtî, pêkhateyên DEM Partiyê û derdorên cuda re hevdîtin kiribûn.

Hat zanîn ku wê Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo cara duyemîn bi  Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne dê îro biçe Girava Îmraliyê.

Nehat zanîn ku wê kî di şandeyê de cih bigire.