Hejmara qurbaniyên bûyerên Swêdayê gihîştiye 2 hezar û 38 kesan

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihdnd ku Hejmara qurbaniyên bûyerên Siwêdayê gihîştiye 2 hezar û 38 kesan, di nav wan de sivîl, zarok û jin hene.

Hejmara qurbaniyên bûyerên Swêdayê gihîştiye 2 hezar û 38 kesan
13 îlon, 2025   15:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarê, tîmên Heyva Sor cenazeyên heft kesan ji gundê Lahasa li gundewarê bakurê Siwêdayê dîtin, di nav de jinek jî hebû, ku di  bûyerên meha Tîrmehê de hatibûn kuştin.

SOHR`ê jî rgihand ku hêzên hikûmeta veguhêz 5 kesên ji Siwêdayê kuştin, yek ji wan jin bû.

Li gorî SOHR`ê hijmara şêniyên Durzî ku di bûyerên Siwêdayê de hatine kuştin gihştiye hezar û 583 kesan.

Li gorî statîstîkên SOHR`ê ji 13`ê Tîrmehê heta niha, di encama bûyerên li Siwêdayê de 2 hezar û 38 kes hatine kuştin.

(k)