‘Guhertina materyalên perwerdeyê hewldana guhertina nasnameya Sûriyeyê ye’

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser guhertina materyalên fêrkirinê ya ji aliyê hikumeta demkî ya Şamê ve, wek hewldaneke ji bo guhertina nasnameya Sûriyeyê û lawazkirina yekitiya wê nirxand û diyar kir "Em li pêşberî xetereya avakirina nifşekî tundraw in ku gefan li tevahî cîhanê bixwe."

‘Guhertina materyalên perwerdeyê hewldana guhertina nasnameya Sûriyeyê ye’
‘Guhertina materyalên perwerdeyê hewldana guhertina nasnameya Sûriyeyê ye’
‘Guhertina materyalên perwerdeyê hewldana guhertina nasnameya Sûriyeyê ye’
2 ÇILE, 2025   15:41
REQA

Desteya Perwerdeyê, Hemahengiya Zanîngehan, saziyên perwerde û akademiyên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî guhertinên di materyalên perwerdeyê de ku ji aliyê hikumeta demkî ya Şamê ve hatine kirin, daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya li Reqayê hate dayîn û hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Reqayê Zuleyxa Ebdî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Em bi aloziyekê rû bi rû ne ku gefan li siberoja welatê me û nifşên bê dixwe. Tê zanîn ku her guhertinek an nûkirinek di minhacên (materyalên perwerdeyê) dibistanan de di çarçoveya qanûnan de tê kirin ku ji aliyê komîteyên pispor ve tê birêxistinkirin. Komîteyên pispor jî pirrengiya çandî, olî û etnîkî yên civakê di ber çavan re digire û li gorî pêşketinên zanistî yên xwendekaran asta zanistiya tê xwest mîsoger dike. Tevî vê yekê di demên dawîn de ji aliyê wezîrê perwerdeyê yê hikumeta demkî ya Şamê ve hinek guhertin di minhacên perwerde û fêrkirinê de hatin çêkirin û ev minhac jî bûne neçarî.

Di demekê de ku cîhan hewl dide, nirxên lêborîn û jiyana hevbeş pêş bixe, ev guhertin xeternak ne tenê mezhebparêzî nefretê di navbera zarokên gelekî de pêş dixe, lê belê di heman demê de gefên ku Sûriyeya ya pirrengî ber bi qada şer û tundrewiyê ve bibe çêke.

Armanca van guhertinan ne tenê guhertina minhacên perwerdeyê ye, lê belê hewldaneke guhertina nasnameya Sûriyeyê û lawazkirina yekitiya gelê wê ye. Em li pêşberî xetereya avakirina nifşekî tundrew in ku gefan ne tenê li Sûriyeyê, lê belê li ser herêmê û tevahiya cîhanê dixwe.

Nirxên lêborîn û jiyana hevbeş ku bingehên avakirina şaristanî û siberoja me ne, di xetereyeke rasteqîn de ne.

Em bang li tevahî şêniyan bi hemû ol û mezheban dikin ku li hemberî van guhertinên ku tevna me ya civakî û yekitiya me ya nîştimanî tehdîd dikin, bisekinin.

Siberoja Sûriyeyê girêdayî xebata me ya hevpar a avakirina civakeke adilane, wekhev û rêgirtina li mafên hemûyan e

 Ji ber berpirsyariyên me yên avakirina Sûriyeyeke demokratîk, pirreng a nenavendî ji bo tevahî sûriyeyan, ya bêyî nîjadperestî, cudakarî, biçûkxistin û paşguhkirinê, ji bo dûrketina ji despotî, tundrawiyê, olperestî, zayendperestî û neteweperstiyê, ji ber berpirsyariya li hemberî zarokên me, em van bangewaziyan dikin:

1- Demildest van guhertinan rawestînin. Divê minhac li gorî nirxên lêborîn, jiyana aştiyane, rêzgirtina li pirrengiya çandî, zimanî û olî bin.

2- Di pergala perwerde û fêrkirinê de tevahî cureyên tundî, tirsandin û tehrîfkirinê tên redkirin.

3- Divê pirrengiya çandî û zimanî wek rêgezên bingehîn di pergala perwerde û fêrkirinê de esas bêne girtin.

4- Pergala fêrkirinê ya minhacên zanîngeh, dibistan û baxçeyên zarokan ên Rêveberiya Xweser dikarin bibe bingeha pergala fêrkirinê, ji ber ku ev pergal xwe dispêre modela demokratîk, ekolojîk, azadiya jinan, pirrengiya çandî, etnîk û zimanî.

Eger biryareke fermî ji bo rawestandina van guhertinên minhacan neyê dayîn, ev dibe nîşaneyeke diyarker li ser siberoja Sûriyeyê ku ber bi tunekele tarî ve diçe, mîna modela li Efganistanê.

Em ji bo avakirina Sûriyeyeke nenavendî ya pirreng ku rêzê dide mafên hemû gelên wê, dengê xwe bilind bikin û bi hev re kar bikin.”

Heman daxuyanî bi beşdariya mamosteyan li Dibistana Şehîd Seydo ya li Kobanê û li pêşiya avahiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya li Qamişloyê bi beşdariya mamoste, endamên desteyê û Saziya Olf Taw a Suryanî jî hat xwendin.

(bb)

ANHA

KOBANI 

QAMIşLO

REQA