Greva birçîbûnê ya li Dirbêsiyê di roja duyemîn de didome

Greva birçîbûnê ya xelkê navçeya Dirbêsiyê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, di roja duyemîn de dewam dike.

Greva birçîbûnê ya li Dirbêsiyê di roja duyemîn de didome
Greva birçîbûnê ya li Dirbêsiyê di roja duyemîn de didome
Greva birçîbûnê ya li Dirbêsiyê di roja duyemîn de didome
Greva birçîbûnê ya li Dirbêsiyê di roja duyemîn de didome
Greva birçîbûnê ya li Dirbêsiyê di roja duyemîn de didome
Greva birçîbûnê ya li Dirbêsiyê di roja duyemîn de didome
25 kanûn, 2023   15:52
HESEKÊ

Çalakiya greva birçîbûnê ya şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya berxwedêrên di girtîgehên dewleta Tirk de dewam dike, dewam dike. Çalakî di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de pêk tê.

Konê çalakiyê li Qada Jina Azad a li navenda navçeya Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê hatiye vedan.

Di roja duyemîn de endama PYD’ê ya navçeyê Reca Mihemed axivî û got felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li tevahî cîhanê belav bûye û planên hêzên komploger têk dibe. Reca diyar kir ku ew ê têkoşîna li ser xeta Rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin ta azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin.

Piştre bi navê Akademiya Civaka Demokratîk a navçeyê endamê akademiyê Mihemed El Xelef diyar kir ku armanca dewletên kapîtalîst ku ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan têk birine.

Li gorî komîteya çalakiyê, çalakî dê danê êvarê bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.

(bb)

ANHA