Goristanek Cihûyan a li Şamê tê restorakirin

Saziya Parastina Mîrasê ya Sûriyeyî-Amerîkî dîmenên destpêkirina xebatên restorasyonê yên li ser goristana dîrokî ya Cihûyan li Şamê, wekî paqijkirin û nûjenkirina kevirên goran, belav kirin.

Goristanek Cihûyan a li Şamê tê restorakirin
27 hezîran, 2026   19:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya Parastina Mîrasê ya Sûriyeyî-Amerîkî duh dîmenek parve kir. Di dîmen de xebatên restorasyonê yên li goristana dîrokî ya Cihûyan a li Şamê tên kirin.

Dîmenê ku li ser hesabê fermî yê Instagramê yê saziyê hatiye weşandin, dixuye ku tîmên xebatên paqijkirin, sererastkirin û nûjenkirina kevirên gorên kevnar ên rahîan û endamên navdar ên civaka Cihûyan dikin.

Saziyê diyar kir ku xebata restorasyonê "gaveke girîng di parastina dîrok û mîrata çandî de" temsîl dike û destnîşan kir ku projeya restorasyon û nûjenkirina goristanê bi fermî bi armanca parastina vê cîhê dîrokî dest pê kiriye.

Di Kanûna borî de, Ajansa Associated Press ragihandibû ku komek Cihûyên Sûriyeyî-Amerîkî rêxistinek nehikûmî li Sûriyeyê wekî beşek ji hewldanên ji bo vejandina mîrata Cihûyan li welêt piştî hilweşîna rejîma Baasê tomar kirine.

Li gorî ajansê, civaka Cihûyan li Sûriyeyê di destpêka sedsala 20ˊan de nêzîkî 100 hezar kes bû. Lê piştî 1948ˊan ji ber zêdebûna alozî û qedexeyên ku pê re rû bi rû maye pêlên koçberiyê dest pê kir û hejmar kêm bû.

Ajansê destnîşan kir ku di dema rejîma Baasˊê ya 54 salî de, Cihûyên li Sûriyeyê rêûresmên xwe yên olî pêk dianîn, lê ew bi qedexeyên rêwîtiyê û gumanên dubare yên sîxurî yan hevkariya Îsraîlê re rû bi rû man, ku tevgera wan li derveyî welêt sînordar kir.

Piştî rakirina qedexeyên rêwîtiyê di 1992ˊan de, hemwextî destpêkirina danûstandinên aştiyê yên Ereb-Îsraîlê re, piraniya endamên civakê yên mayî ku nêzîkî 4,500 kes bûn, ji welêt derketin. Vê yekê bandorek girîng li ser dêran, goristanan û cihên mîrateya Cihûyan kir û hatin paşguhkirin.

(fr)