Girtin û derxistinên keyfî ji kar krîza Hums xirabtir dikin

Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê kiryarên girtin û ji kar derxistinên keyfî li dijî karmendên li Humsê pêk tîne, ev yek aloziya li bajêr zêde kiriye.

Girtin û derxistinên keyfî ji kar krîza Hums xirabtir dikin
12 ÇILE, 2026   11:42
HUMS

Çavkaniyên xwcihî ragihandin ku Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê kiryarên girtin û ji kar derxistina keyfî li dijî hejmarek karmendên Humsê daye destpêkirin, ku aloziya li bajarê ji xwe ne aram bû niha hîn gurtir kiriye.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku karmendên ji mezhebek olî ya taybetî tên girtine û rastî bêrêzî û zexta psîkolojîk tên, ev yek bûye sedem ku hin ji wan îstifa bikin.

Navê hin kesên wekî Îbrahîm Elî, Emmar Elî û Basem Terraf hatine belgekirin, ku hatine girtin û di şert û mercên dijwar de zirarên fîzîkî û psîkolojîk li wan bûye.

Her wiha navên kesên wekî Silêman Xelûf, Ziyad Elî û Suha Zêna, jî wekî ku zext li wan hatiye kirin ku ji karên xwe derkevin hatine behs kirin.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku kesên ku ji hêla akademîk vene ne jêhatî ne, ji bo cihên hesas têne erkdarkirin, bi taybet kesên nêzîkî hikûmeta demkî an hevjînên wan têne erkdarkirin.

Li aliyekî din hat gotin ku Rêveberiya Darayî ya bajêr a girêdayî hikumeta demkî veguheriye saziyeke ewlehiyê. Li gorî karmend dibêjin nêzî 50 ta 10 kesên çekdar bi cilên sivîl di avahiyê d hene, ev kes zextên derûnî li karmendan û şêniya dikin.

Şêniyn Humsê diyar kiri dikin ku ev geşedan rewşeke nû ya tevliheviyê li krîza berdewam zêde dikin.

(k)