Girtîgeh bû, bû qada Newrozê; Stadyuma Reqayê

Stadyuma Beledî ya Reqayê ku di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de şahidiya hemû cureyên zilm û îşkenceyê kiribû, niha bûye qada pîrozbahiya Newrozê.

Girtîgeh bû, bû qada Newrozê; Stadyuma Reqayê
21 adar, 2024   13:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji cihê îşkencekirin û zilmê veguherî stadyumekê ku niha bi sedan kesî meşaleya Newrozê lê pêxistiye û pîrozbahiyê lê dikin.

Dema ku çeteyên DAIŞ’ê bajarê Reqayê di 2014’an de dagir kiribû, Stadyuma Beledî anku "Nuqteya 11" jê re dihat gotin, veguherandibû cihê îşkenceyê.

Piştî rizgarkirina Reqayê di sala 2017’an de ji aliyê QSD’ê ve, Meclisa Sivîl ji nû ve stadyum û tevahî binesaziya wê sererast kir.

Niha pêkhateyên Reqayê; Ereb û Kurd û pêkhateyên din bi hev re û bi coşeke mezin Newrozê li stadyumê ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tê parastin, pîroz dikin.

(bb)

ANHA