Girê Miştenûr ê Kobanê vediguherînin daristanê

Piştî çandina nêzî 9 hezar daran û anîna hejmareke ajalên kovî, Desteya Jîngehê li bajarê Kobanê girê Miştenûr ê dîrokî veguherand daristaneke xwezayî.

7 îlon, 2026   15:40
KOBANÊ
DICLE EHMED

Desteya Jîngehê ya Kobanê, di çarçoveya ji nû ve zindîkirina girê Miştenûr ê dîrokî û zêdekirina şînkahiyê de, girê Miştenûr veguherand daristaneke xwezayî. Girê Miştenûr yek ji deverên ciyawaz ê di bîra şêniyên bajêr de û sembola berxwedana li hemberî êrişa DAIŞ`ê ya sala 2014`an e.

Di 2 salên dawîn de, desteyê nêzî 9 hezar darên cur bi cur li gir çandin û ji bo avdana daran a rojane tîmên taybet hatine erkdarkirin.

Bi xebata çandina daran re, desteyê dest bi anîna hejmareke ajalên kovî mîna kîvroşkan kir û tê payîn ku çend ajalên din jî bînin.

Hevserokê Desteya Jîngehê ya Kobanê Arif Balî da zanîn ku wan ji bo veguherandina girê Miştenûr 2 salan nîqaş kirin, ev proje ne tenê ji bo çandina daran û pêkanîna hevsengiya jîngehê pêk tê, tê de dê ajalên kovî bên zêdekirin.

Balî diyar kir ku deste ji bo ev daristan bibe cihekî jîngehî û geştyariyê dê rê lê werin çêkirin, ji bo pîrozkirina cejna Newrozê jî cih werin çêkirin. Tê payîn ku ev amadekarî di sala 2027`an bi temamî bi dawî bibin.

Arif Balî da zanîn ku girê Miştenûr têkoşîn û berxwedana şêniyên Kobanê ya li dijî DAIŞ`ê ya salan 2014`an sembolîze dike, ew berxwedan bû xala têkbirina êrişa li dijî bajêr.

Balî daxwaz ji şêniyan kir ku ji bo parastina projeyê divê nêçîrvanê neyê kirin.

Arif Balî diyar kir ku projeya çandina daran û çêkirina daristanan li hejmarek herêm û gundewarên girêdayî Kobanê jî pêk tê, wekî Minaz, Xorxorê, Çelebiyê, Şêx Coban, Kabilk û Tehtik.

Arif Balî destnîşan kir ku hilbijartina Miştenûrê ji ber cihê wê yê bilind û nêzî bajarê Kobanê ye, ev gav piştî guhdarkirina nerînên endezyarên daristanan pêk hat.

(sb)

ANHA