Gerîlayên azadiyê helîkopterek din a dagirkeran xist

Li herêma Xakurkê ya Qadên Parastina Medyayê helîkopterek artêşa Tirk a dagirker ji aliyê gerîlayên azadiya Kurdistanê ve hat xistin.

Gerîlayên azadiyê helîkopterek din a dagirkeran xist
23 tîrmeh 2024   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan Kurtay Serhat ku tevlî bernameya Medya Haber TV bû, derbarê mijarê de agahî dan. Li gorî agahiyên ku Kurtay Serhat spartine çavkaniyên gerîla û yên herêmî, roja 14’yê Tîrmehê saet di navbera 21.00-22.00’yan de helîkopterek bi tîpa Skorsky a artêşa Tirk, hewl da leşkeran deyne qontara girê Şehîd Şekîf ê li Xakûrkê. 

Di vê navberê de gerîlayên azadiyê mudaxele kirin û derbe li helîkopterê xistin. Lewma helikopter bêyî ku leşkeran deyne, ji herêmê dûr ket.

Kurtay Serhat ragihand ku roja 15’yê Tîrmehê jî çavkaniyên herêmî diyar kirine ku li devera Geliyê Reş ê li nêzî sînorê navçeya Şemzînan a Colemêrgê, helîkopterek ketiye.

Çavkaniyan her wiha destnîşan kiriye ku heman rojê Gelîyê Reş ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye bombebarankirin û ji çûn û hatinê re hatiye girtin.

Bi vê helîkopterê re, di 15 rojên dawî de 3 helîkopterên dagirkeran ji aliyê gerîla ve hatine xistin.

(a)

ANHA