Hamas, El Feth û komên din ên Filistînê peymanek îmze kir

Endamên Buroya Siyasî ya Hamasê Mûsa Ebû Marzûk ragihand ku li Çînê bi El Feth û komên din ên Filistînê re peymanek îmze kiriye.

Hamas, El Feth û komên din ên Filistînê peymanek îmze kir
23 tîrmeh, 2024   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Mûsa Ebû Marzûk daxuyaniyek da û bal kişand ser yekitiya neteweyî û got: “Îro em têkildarî yekitiya neteweyî peymanekê îmze dikin û em îlan dikin ku rêya temamkirina vê pêvajoyê ji yekitiya neteweyî derbas dibe. Em girêdayî yekitiya neteweyî ne û ji bo vê yekê kar dikin.”

Piştî ku ji aliyê hin komên Filistînî ve li Pekînê danezaneke hevpar hate îmzekirin, wezîrê karên derve yê Çînê Wang Yi ev yek anî ziman: “Girîngtirîn rastî, ji bo birêvebirina Xezayê ya piştî şer, peymana avakirina hikumeteke lihevkirî ya neteweyî ya demkî ye.”

14 komên Filistînî ku Hamas û El Fetîh jî di nav de ne, ji bo lihevkirineke nû vê hefteyê li Pekînê hatin ba hev. Serokê dîplamasiyê yê Çînê têkildarî peymanê got: “Lihevkirin meseleya navxweyî ya komên Filistînî ye lê belê di heman demê de jî bêyî navbeynkariya civakên navneteweyî zehmet e ku lihevkirinek pêk were. Çîn di mijara parastina aşitî û aramiya Rojhilata Navîn de dixwaze roleke erênî bilîze.”

Hamasê di Hezîrana 2007’an de rêveberiya Filistînê ji Şerîda Xezeyê derxistibû û ji wê rojê heya niha di navbera her du aliyan de lihevkirinek pêk nedihat.

Piştî êrişa Hamasê ya li ser Îsraîlê ya di 7’ê Cotmehê de ku bû sedema derketina şerê Hamas û Îsraîlê, hevdîtinên di navbera Hamas û El Fetîhê de ji nû ve dest pê kir.

Di sala 2022’yan de ji aliyê hin navbeynkaran ve li Cezaîrê ji bo her du aliyan hewlên pêkanîna lihevkirinê çêbûbûn lê di navbera aliyan de lihevkirinek pêk nehatibû.