Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li Qada Berxwedenê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla ya li Qada Berxwedanê ya Sergelê weşand, ku li hemberî dagirkerên di pozîsyona êrîşê de bûn bi droneyeke kamîkaze hate kirin.

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li Qada Berxwedenê weşand
8 gulan, 2025   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

"2'ê Gulanê saet di 20:30 de li Qada Berxwedanê ya Sergelê ya Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li dijî dagirkerên ku bi çekên giran êrîşî tunelên berxwedanê dikirin ji aliyê Yekîneya Şehîd Axîn Mûş ve bi droneke kamîkaze çalakiyek hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin."