Li Idlibê kesekî tiryakî bavê xwe kuşt
Li Idlibê ciwanekî ku madeyên hişbir bi kar dianîn, bavê xwe qetil kir û termê wî avêt bîrekê.

SOHR’ê ragihand ku li gundê Medaya yê Idlibê ciwanekî madeyên hişbir bi kar dianîn, piştî pevçûneke dijwar bi bavê xwe re, bavê xwe kuşt û cenazeyê wî avêt bîrekê.
Li gorî SOHR’ê, ji destpêka îsal (2025) ve li deverên cuda yên Sûriyeyê 162 kes (126 mêr, 9 zarok û 27 jin) hatine kuştin.
(bb)