Li gelek navendan pîrozbahiyên Newrozê didomin

Bi dirûşmeya "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" li 9 navendên bakurê Kurdistan û Tirkiyê Newroz tê pîrozkirin.

Li gelek navendan pîrozbahiyên Newrozê didomin
22 adar, 2025   13:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Pîrozbahiyên Newrozê yên îsal bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM) bi dirûşmeyên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk" li gelek navendan dewam dikin.

Li Mêrsîn, Kocaelî, Îzmîr, Osmaniye, Kuluya Konyayê, Gokçeada ya Çanakkalê, Erzîna Hatayê, Bodrûma Muglalê û Ortaklar a Aydinê bi sedan welatî bi cil û bergên rengîn ên neteweyî, bi tilîlî û dirûşmeyan cihê xwe li qadên pîrozbahiyê girtin.

 Li gel stranan gel coşa xwe li dora agirê Newrozê bi gerandina govendê tînin ziman. Di pîrozbahiya Newrozê de gel bal kişand ser wê yekê ku divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin.