Artêşa Lubnanê: Bersiva êrişa ji Sûriyeyê hat dayîn

Artêşa Lubnanê ragihand ji xaka Sûriyeyê êriş li ser herêmên Lubnanê hatine kirin û diyar kir ku yekîneyên leşkerî yên artêşê bersiva êrişan daye.

Artêşa Lubnanê: Bersiva êrişa ji Sûriyeyê hat dayîn
17 adar, 2025   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Lubnanê bi daxuyaniyekê ragihand ji xaka Sûriyeyê êriş li ser herêmên Lubnanê hatine kirin. Artêşê diyar kir ku yekîneyên leşkerî yên artêşê bersiva êrişan daye.

Di dauxyaniyê de hate gotin: "Ji bo kontrokirina ewlehî û parastina herêma sînorî pêwendî di navbera artêşa Lubnanê û desthilata Sûriyeyê de hene."

Li gorî çavkaniyên xwecih, duh li ser sînor di navbera hêzên desthilata Şamê û Hizbullahê de şer rû da û di encamê de hejmareke mezin a niştecihên herêma rojhilatê Lubnanê koçber bûn.

(bb)