Gel xwedî li koçberan derdikeve

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel bi tevahî saziyên xwe ji bo piştgiriya koçberên ji Efrîn û Şehbayê û Helebê seferber bûye. Li gelek bajarên kantonên Firat û Cizîrê konên komkirina alîkariyan hatine vedan.

Gel xwedî li koçberan derdikeve
Gel xwedî li koçberan derdikeve
Gel xwedî li koçberan derdikeve
Gel xwedî li koçberan derdikeve
Gel xwedî li koçberan derdikeve
Gel xwedî li koçberan derdikeve
Gel xwedî li koçberan derdikeve
Gel xwedî li koçberan derdikeve
Gel xwedî li koçberan derdikeve
Gel xwedî li koçberan derdikeve
Gel xwedî li koçberan derdikeve
Gel xwedî li koçberan derdikeve
Gel xwedî li koçberan derdikeve
Gel xwedî li koçberan derdikeve
Gel xwedî li koçberan derdikeve
4 kanûn, 2024   15:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ku li ser Til Rifat û Şehbayê pêk hatin, Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê bi armanca pêşîgirtina komkujiyan biryara veguhastina gel a ji bo herêmên bi ewle da. Li ser biryarê di 2’yê Kanûnê de dest bi veguhastina gel a ji bo herêmên Rêveberiya Xweser hat kirin.

Ev 3 roj e karwanên koçberan di deriyê El Bû Asî yê Tebqayê re derbasî herêmên Rêveberiya Xweser dibin. Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriya koçberan seferberiya giştî îlan kir. Di vê çarçoveyê de li seranserî herêmê alîkarî tên komkirin.

KOBANÊ

Ji duh ve zêdetirî 20 malbatên koçber ên ji kantona Efrîn-Şehbayê gihaştin bajarê Kobanê yê kantona Firatê. Dibe ku 200 malbatên din îro bigihêjin Kobanê.

Bi armanca destekkirina koçberan, Desteya Kar û Barên Civakî a Kantona Firatê konek li Qada Şehîdan a li Kobanê veda.

Di heman demê de bi dehan firne, dikanên xwarinê, bijîşk, bazirgan û şêniyên bajar û gundên Kobanê alîkariyan didin. Her wiha bi sedan kesên dixwazin alîkariyê bidin hejmarên telefonên xwe li ser medyaya dîjîtal nivîsandine.

HESEKÊ

Meclisa Bajarê Hesekê ji bo piştgiriya koçberên ji Efrîn, Şehba, Heleb û Hemayê 3 konên komkirina alîkariyan vedane. Kon li nêzî Çerxerêya Agirkujiyê, Qada Suryan a li taxa Nasira û nêzî Gerînendetiya Avê ya li taxa Ezîziyê hatine vedan. Li taxa Xêwiran jî nuqteyek ji bo pêşwazîkirina alîkariyan hatiye diyarkirin. Çerxerêya Panorama ya li taxa Xiwêran jî wek nuqteyeke pêşwazîkirina koçberan hatiye diyarkirin. Ji vir koçberan vediguhêzin bajarên din ên kantona Cizîrê.

ÇILAXA

Însiyatîfa Gel a bajarê Çilaxa yê kanatona Cizîrê jî konek ji bo komkirina alîkariyan vedaye.

Kon li Qada Şehîd Mahsûm a li naverasta bajar hatiye vedan, alîkariyên wekî xwarin, cil, nivîn û kel û pelên mitbaxê tên pêşwazîkirin.

DÊRIK

Bi heman armancê Meclisa Bajarê Dêrikê yê kantona Cizîr 2 kon; yek li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan û ya din li Sûka Navendî vedane.

QAMIŞLO

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo koçberên Til Rifet, Şehba û Helebê li pêşiya Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya Qamişloyê konê alîkariyê danî.

Endam û Rêveberên PYD, Meclisa Saziya Malbatên Şehîdan û hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tev li daxuyaniyê bûn.

Hevseroka Meclisa Giştî a Qamişloyê Hêvî Ehmed axivî û ji gelê Bajûr û Rojhilatê Suryeyê re bangawazî kir û got: “Gelê me rastî êrişên çeteyên hov ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker tê. Hêviya me ji gelê me ew e ku ji bo gelê me yê Til Rifet, Şehba û Helebê, di asta seferberiyê de lazim e em alîkar bin. Ji bo vê jî li taxên Xerbî û Şerqî 2 konên alîkariyê vedidin."

(bm/bb)

ANHA