Fransayê ji Îranê xwest dawî li cezayên darvekirinê bîne

Wezareta Karên Derve ya Fransayê darvekirinên li Îranê bi tundî şermezar kir û banga dawî kirina cezayên darvekirinê bîne.

Fransayê ji Îranê xwest dawî li cezayên darvekirinê bîne
21 sibat, 2025   13:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Nerazîbûnên dijî darvekirinên li Îranê dewam dikin, divê çarçoveyê de Wezareta Karên Derve ya Fransayê, daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Karên Derve ya Fransayê destpêka daxuyaniya xwe de darvekirinê weke nîşana bêdengkirinê ya dijî hemû kesên daxwaza mafê xwen dikin pênasekir û hate gotin; “Em bang li Îranê dikin, di çi rewşekê de be jî, divê demek ji ya din zûtir dawî li cezayên darvekirinê bîne.”

Hêjayî gotinê ye li gorî Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê di sala 2024’an de 31 jê jin, bi giştî 975 kes hatine darvekirin.