Fransa: 36 dewlet amade ne piştgiriya mayînde bidin Ukraynayê

Rayedarekî Fransî got 36 dewlet dixwazin piştgiriya ewlehî ya berbiçav û mayînde pêşkêşî Ukraynayê bikin û destnîşan kir ku piştî destpêkirina danûstandinan, hewldanên Ewropayê hene ku çarçoveyên pratîkî ji bo aştiyê ava bikin.

Fransa: 36 dewlet amade ne piştgiriya mayînde bidin Ukraynayê
28 cotmeh, 2025   23:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Fransayê Pascal Confavro got 36 dewletên amadekarî û daxwaza xwe ya pêşkêşkirina piştgiriya berbiçav û mayînde ji bo Ukraynayê nîşan da, bi taybet di warê garantiyên ewlehiyê de.

Di daxuyaniya xwe ya taybet ji Tora El Arabiya El Hedest re Pascal Confavro diyar kir ku ev garantî êdî piştî rêzecivînên dirêj ên xebatê amade ne û da zanîn ku civîna Londonê ya dawî pir girîng bû û sekna Ewropayê ji bo dosyaya Ukraynayê ji bo rêyên parelel aşkera kir; ya yekê piştgiriya dînamîka aştiyê û ya duyê amadekirina danîna çarçoveyên pratîkî yên vê aştiyê, piştî destpêkirina dan û standinan.

Confavro diyar kir ku Parîs helwesta Ewropayê bi zelalî ji hevalbendên Amerîkayê re vediguhêze û destnîşan kir ku hevkariya ji bo garantiya piştgiriya parelel ji bo Ukraynayê dewam dike.

Berê jî Volodymyr Zelensky gotibû ku rayedarên Ukrayna û Ewropayê dê di çend rojên bê de ji bo nîqaşkirina hûrgiliyên plana agirbestê bicivin.

Zelensky destnîşan kiribû ku "Ev plan ne ji bo bidawîkirina şer e, lê ji bo destpêkirina hewlên dîplomasî ye."

Di YEˊyê de nîqaşên têkildarî qerza tawîzdayînê

Li nav Yekitiya Ewropayê (YE) nîqaşên têkildarî dayîna qerzê tezmînatê ji Ukraynayê re bi qasî 140 milyar euro (163 milyar dolar) hene. Ew pere ji samanên cemidî yên Rûsyayê ne.

(fr)