Hevgirtina NADA têkildarî Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ peyamek da

Hevgirtina NADA’yê, destnîşan kir ku hevgirtin gava ewil a ber bi berxwedana rasteqîn e û diyar kir ku tiştên ku jinan li Îranê dijîn, îfadeya avahiya baviksalarî ya otorîter a li seranserê herêmê ye.

Hevgirtina NADA têkildarî Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ peyamek da
15 îlon, 2025   17:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA), di 3’yemîn salvegera serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ya li Rojhilata Kurdistanê û Îranê de daxuyaniyek weşand. 

Hevgirtina NADA’yê, 3’emîn salvegera serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” bibîranî û destnîşan kir ku divê hemû jinên cîhanê ji bo têkoşîneke hê zêdetir bibin yek.

NADA’yê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Porê Jîna Emînî, rûyê rejîmekî ku jinan hedef digre, eşkere kir. Qetilkirina Jîna Emînî ne mirinekî asayî ye, zêdebûna polîtîkayên ku armanc dikin hemû dengê azad bêdeng bike û jinan ji jiyan û rûmeta wan bêpar dike ye. Dengê jinên azad ên li Îranê, rûxmî hemû zilm, girtin û îşkenceyê jî, agirekî şoreşgerî ye ku bandorê li cîhanê kir û pêxistin.”

‘JÎNA EMÎNÎ DI DILÊ JINAN DE AGIRÊ ŞOREŞÊ PÊXIST’

Di berdewamiya dawiyê de wiha hate gotin: "Ev xwepêşandan ne tenê ji bo porêkî bû; têkoşînek ji bo azadiya tam, wekhevî û rûmetê bû. Ev rûmet, textê rejîmê hejand, hêzên baviksalar hejand û dengên wêrek û porên jinan, heta niha jî vê rejîmê dihejîne. Jîna Emînî di dilê jinan de agirê şoreşê pêxist. Her dengekî azad ku li Îranê hate girtin, hat xwestin were bêdeng kirin. Risha Meradî, Pexşan Ezîzî, Şerîfe Mihemedî û jinên din, tenê ji ber ku jiyanek azad hilbijartin û bûn dengê welatekî azad, mehkûmê cezayê darvekirinê hatin kirin.”

Hevpeymaniyê, di daxuyaniya xwe de da zanîn bawer dikin ku hevgirtin rêya ewil a ber bi berxwedana rasteqîn ve ye û got: “Rewşa jinên li Îranê, mînakeke ku her avahiyek otorîter a baviksalar a li herêmê nîşan dide. Desthilat, xwe disperê li ser avahiyek ku jinan bêdeng dike û jinan ji azadiya wan bêpar dihêle.”

‘DIVÊ GIRTIYÊN SIYASÎ YÊN LI ÎRANÊ BÊN BERDAN’

Di daxuyaniyê de bang li jinên li Rojhilata Navîn, Afrîka û li seranserî cîhanê hate kirin ku zexta otorîter a li dijî jinan ya li Îranê şermezar bikin û li dijî qirkirina li ser jinên Şengalê, jinên Elewî yên li peravên Sûriyeyê, jinên Durzî yên li başûrê Sûriyeyê, jinên Kurd, jinên Berberî, jinên Asûrî û jinên Ermenî, dengê xwe bilind bikin. Her wiha, hate xwestin ku girtiyên siyasî yên li Îranê bên berdan.

(şx)