Foruma Jinên Firatê dest pê Kir

Foruma Jinên Firatê, ku ji hêla Kongra Star ve tê lidarxitin, li Kobanê dest pê kir. gelek jinên çalakvan û nûnerên saziyên sivîl, civakî, xizmetguzarî û dadwerî yên herêmê beşdr bûn.

Foruma Jinên Firatê dest pê Kir
Foruma Jinên Firatê dest pê Kir
Foruma Jinên Firatê dest pê Kir
Foruma Jinên Firatê dest pê Kir
17 gulan, 2026   12:37
KOBANÊ

Foruma Jinên Firatê, ku ji hêla Kongra Star ve tê lidarxistin, îro li Kobanê bi dirûşmeya "Bi Îradeya Jinên Azad, Em Sûryeyek Demokratîk Ava Bikin" dest pê kir. 

Forum li bajarokê Şêranê, li gundewarê rojhilatê bajêr e, pêk hat û hejmareke mezin jinên herêma Kobaniyê, û nûnerên saziyên sivîl, civakî, dadwerî û xizmetguzarî beşdar bûn. Her wiha Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Îlham Ehmed jî beşdarî forûmê bû.

Armanca forumê ew e ku rola jinan li herêmê û li seranserê Sûriyeyê binirxîne û li ser pirsgirêkên ku ew di warên cûrbecûr ên siyasî, civakî û qanûnî de pê re rû bi rû dimînin gotûbêj bike bike.

Endama Kordînasyona Kongra Star Peyman Elûş diyar kir ku jinan di salên dawî de di asta siyasî, civakî û mirovî de roleke girîng lîstine. Peyman da zanîn ku divê têkoşîna ji bo bidestxistina civakeke demokratîk ku azadî, wekhevî berdewam be.

(k)