Li Til Temirê mîtînga piştgiriya YPJ`ê

Bi sedan şêniyên Til Temir û Zirganê di mîtingeke ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de diyar kirin ku divê YPJ`ê di nav her pergaleke leşkerî ya sibrojê de li Sûriyeyê were naskirin.

Li Til Temirê mîtînga piştgiriya YPJ`ê
Li Til Temirê mîtînga piştgiriya YPJ`ê
Li Til Temirê mîtînga piştgiriya YPJ`ê
Li Til Temirê mîtînga piştgiriya YPJ`ê
Li Til Temirê mîtînga piştgiriya YPJ`ê
Li Til Temirê mîtînga piştgiriya YPJ`ê
Li Til Temirê mîtînga piştgiriya YPJ`ê
Li Til Temirê mîtînga piştgiriya YPJ`ê
Li Til Temirê mîtînga piştgiriya YPJ`ê
Li Til Temirê mîtînga piştgiriya YPJ`ê
17 gulan, 2026   12:21
HESEKÊ

Kongra Star ji bo piştgiriy YPJ`ê li bajarê Til Temirê mîtîngek li dar xist. Bi sedan şênyên Til Temir û Zirganê beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakî li ber navenda  Meclîsa Malbatên Şehîdan li Til Temirê pêk hat. Beşdaran wêneyên şervanên YPJ`ê û bi nivîsîn piştgiriya YPJ`ê, hilgirtin.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevseroka Rêveberiya Dibistanan li Til Temirê Ayhan Yûnis axivî û rola ku YPJ`ê parastina herêmê de nirxand.

Ayhan her wiha diyar kir ku divê YPJ`ê wekî hêzek leşkerî ya rêxistinkirî di nav her pergaleke leşkerî ya siberojê de were naskirin, ji ber ku şervanên di şerê li dijî terorîzmê û parastina herêmê de xwe isbat kirin.

Endama Komîteya Dadweriya Civakî ya bajarê Zirganê, Şêxa Hamir diyr kir ku "gelê Zirganê li kêleka YPJ`ê ye û da piştgiriya têkoşîna wan a berdewam ji bo azadî û rûmetê dike. "

Mîting bi qîrkirina durûşmên piştgiriya YPJ`ê bi dawî bû.

(k)