Derbarê ziman de semînerek hate lidarxistin

Li Rêveberiya Dibistanan a Bajarê Qamişlo bi boneya Cejna Zimanê Kurdî semînereke têkildarî ziman, zanista ziman, taybetiyên wê û girîngiya wê ji bo civakan li dar xist.

Derbarê ziman de semînerek hate lidarxistin
Derbarê ziman de semînerek hate lidarxistin
Derbarê ziman de semînerek hate lidarxistin
Derbarê ziman de semînerek hate lidarxistin
Derbarê ziman de semînerek hate lidarxistin
17 gulan, 2026   12:41
QAMIŞLO

Rêveberiya Dibistanan a Bajarê Qamişlo, bi boneya Cejina Zimanê Kurdî (15 Gulan) li hola Rêveberiya Dibistanan a Bajarê Qamişlo semînerek li dar xist. 

Li semînerê mamosteyên li Qamişloyê amade bûn.

Semîner bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê ji aliyê Mamosteya Beşa Wêjeya Kurdî (Zaraveya Soranî û Zanista Ziman) a Zanîngeha Rojava Mizgîn Hesen semîner hat pêşkêşkirin.

Semîner bi giştî di çarçoveya ziman û zanista wê, zarevayên Kurmnacî û girîngiya perwerdeya bi zimanê dayîkê de hate dayîn.

Di semînerê de hate destnîşankirin ku ziman sîstemeke pêwendiyê ya di navbera mirovan de ye.

Di semînerê de hat gotin ku her zimanek xwedî sîstemeke cuda ya hevoksaziyê ye û ji bo her zimanek bingeheke cuda heye. Taybetiyên zimanan ew in, xwedî hejmareke diyarkirî ya dengan e û tîpane jî. Di zimanê Kurdî de (Zaravaya Kurmancî) 31 tîp hene û ji 40 zêdetir deng hene. Di Kurmancî de hinek lêker hene tenê di demekê de tê bikaranîn, di her zaravayên Kurdî de sîstema kêşanê ji hev cuda tê.

Her wiha di semînerê de mamosteyan bal kişandin ser pêşketina qada perwerdeyê di warê perwerdeya bi zimanê Kurdî di nava Şoreşa Rojava de. Girîngiya perwerdeya bi zimanê Kurdî jî anîn ziman û diyar kirin ku rêya perwerdeya nifşên tên jî ji bo wan rêyeke jênevegere.

Di semînerê de qonaxên ku mamoste di seranserî Şoreşa Rojava de tê re derbas bûn jî hatin nirxandin.

(sb/k)

ANHA