Foruma diyalogê ya jinan di roja duyemîn de ye

Foruma diyalogê ya jinan a li Helebê di roja duyemîn de dewam dike. Mijara sêyemîn a bi sernavê "Rola jinan di avakirina aştiyê de" tê nîqaşkirin.

19 cotmeh, 2024   11:36
HELEB

Foruma diyalogê ya jinên sûriyeyî ku ji aliyê Nivîsgeha Jinan a MSDˈê ve bi dirûşma "Yekitiya jinên sûriyeyî mîsogeriya çareserî û pêkanîna aştiyê li Sûriyeyê ye" hatiye organîzekirin, di roja duyemîn de dewam dike.

Forum bi beşdariya nêzî 100 jinan li Hola Cizîrê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê  tê lidarxistin.

Forum di roja duyemîn de bi nirxandina mijara sêyemîn a bi sernavê "Rola jinan di aştiyê de" ji aliyê rêvebera Nivîsgeha MSDˈê Canda Remo ve dest pê kir.

Beşdar jî dê li ser mijarê nêrînên xwe bînin ser ziman û encamnameyek were derxistin.

Di roja yekemîn de mijarên "Stratejiyên çareseriyê aloziya Sûriyeyê bi çavê jinan" û "Beşdariya giştî ya jinên sûriyeyî" hatin nîqaşkirin.

(bb)

ANHA