Firqeya 4ˊan welatiyek qetil kir

Endamekî Firqeya 4ˊan li bajarokekî Rîf Şam welatiyek qetil kir û motorsiklêta wî dizî.

Firqeya 4ˊan welatiyek qetil kir
22 sibat, 2024   17:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêrkiya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), endamekî Firqeya 4ˊan a girêdayî hêzên hikumeta Şamê ji welatiyekî xwest ku wî bigihîne nuqteyeke leşkerî, dema ew gihaşt çiyayê El Hesin ê li bajarokê Filête yê li herêma Qelemon a Rîf Şamê gule berdan wî û motrosiklêta wî dizî û ber bi cihekî nediyar ve reviya.

SOHRˊê da zanîn ku ,hemwextî wê jî dewriyeke ewlehiyê derbasî bajarok bû.

(fr)