Fewaz Ehmed: Em ê alîkariya koçberan bê navber bidomînin

Fewaz Ehmed diyar kir ku ji bo alîkariya koçberên Efrîn-Şehbayê ew ê alîkariyê ji wan re pêşkêş bikin û got “Ev welat welatê wan e jî.”

Fewaz Ehmed: Em ê alîkariya koçberan bê navber bidomînin
Fewaz Ehmed: Em ê alîkariya koçberan bê navber bidomînin
Fewaz Ehmed: Em ê alîkariya koçberan bê navber bidomînin
Fewaz Ehmed: Em ê alîkariya koçberan bê navber bidomînin
11 kanûn, 2024   10:04
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Li kantona Firatê 2 roj e komîteyeke kar û barên koçberan ji bo koçberên Efrîn-Şehbayê hatiye avakirin, piştî ku ev komîte hat avakirin karê xwe li Meclisa Kantona Firatê dimeşîne.

Endamê Komîteya Kar û Barên Koçberan Fewaz Ehmed diyar kir ku ji bo alîkariya koçberên Efrîn-Şehbayê wan komîteyeke fermî da avakirin û got: "Ji bo ku em bi gelê xwe yê Efrîn-Şehbayê re bibin alîkar me komîteyek ava kir, piştî ku ev komîte hat avakirin karê xwe li Meclisa Kantona Firatê didin meşandin. Ev bû 2 roj me komîteyeke fermî çêkiriye, ev komîte berê gelê me yê Kobanê pê radibû, êdî wê ev komîte bi alîkariya koçberan pê rabe. Ew koçberên ku berê xwe didin kantona Firatê, em wek komîte em ê wan pêşwazî bikin û bi wan re bibin alîkar û rewşa wan tesbît bikin, wan li vir bi cih bikin.”

‘MALÊN ME JI KOÇBERAN RE VEKIRÎ NE’

Ehmed desnîşan kir ku niha dema ku koçberên Efrîn-Şehbayê tên kantona Firatê, ew wan koçberan di malên xwe de bi cih dikin û axaftina xwe wiha dom kir: "Koçberên ku niha têne Kobanê, hemû gelê me yê Kantona Firatê xelkê koçber ên ji Efrîn-Şehbayê deriyê malên xwe ji wan re vedikin û wan di malên xwe de bi cih dikin, çi li gundan û çi li bajarên be, ew koçber li ser rêyan nehiştin û ew bi cih kirin.”

‘ÇI DI DESTÊ ME DE HEBE EM Ê PÊŞKÊŞÎ KOÇBERAN BIKIN’

Fewaz Ehmed da zanîn ku destpêkê însiyatîfa gel ev alîkarî ji bo koçberên Efrîn-Şehba dest pê kir, lê piştî ku komîte hat avakirin, dê ew bi karê xwe rabe û got: "Li gorî derfetên ku di destê me de hene, li gorî ku gelê me bi koçberan re bûye alîkar, tiştê ku niha di destê me de heye wekî alîkarî pêşkêş dikin.”

Ehmed diyar kir ku hejmara ku niha derbasî kantona Firatê bûne, heta niha tu bîlançoya koçberan diyar bikin û got: "Heta niha gelek koçber derbasî kantona Firatê bûne, lê hîna jî berê xwe didin kantona Firatê carinan em dibînin ku koçber di derengiya şerê de jî tên vê derê, lewre hîna bîlançoya koçberan li vir nehatiye zelalkirin.”

‘EV WELAT WELATÊ WAN E, MALA WAN E’

Fewaz Ehmed anî ziman ku ew ê xwedî li koçberan derkevin û axaftin xwe wiha bi dawî kir: "Em wek komîte çi tiştê ku ji me were xwestin wekî komîte, em ê ji koçberan re bikin, wan pêşwazî bikin, wan bi  tenê nehêlin û moralê wan bilind bikin. Em ê xwedî li gelê me yê koçber ên ji Efrîn-Şehba derkevin, ev der jî welatê wan e û mala wan e.”

ANHA