Festîvala 5'emîn a Şahiya Zarokatiyê li Reqayê li dar ket
Desteya Çand û Hunerê ya kantona Reqayê Festîvala 5'emîn a Şahiya Zarokatiyê li kantona Reqayê bi dirûşma "Zarokê îro geşbûna pêşerojê ye" li dar xist.
Di serî de Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Reqayê bi diruşma ˊZarokê îro geşbûna pêşerojê yeˊ Festîvala 5ˊemîn a Şahiya Zarokatiyê li Reqayê organize kir. Di festîvalê de hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya kantonê Lîlav Xelîl bixêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku ev festîval ji festîvalên din cudatir e, ji ber ku tê de zêdetirî 150 zarok beşdar bûne.
Piştre zarokê bi navê Sêf ê ji bajarê Dêrazorê ku ferdên malbata wî di encama topbarana hikumeta Şamê ya li dijî gundê Dehle de hatin qetilkirin hat pêşwazîkirin.
Cîgira hevseroketiya Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sewsen El Xelef got: "Zarokatî xemla jiyana vê dunyayê ye. Divê hemû zarokan biparêzin û xwedî lê derkevin. Em îro bi destkeftiyên nû yên zarokatiyê pîroz dikin."
Sewsen got: "Zarok pêşeroja me ne û roniya rêya me ne. Festîval jî ji wan re derfetek e da ku behreyên xwe diyar bikin."
Çalakiyên roja yekemîn ên festîvalê bi stranê ji hêla 150 zarokan ve dest pê kir. Dûre dîmeneke dramatîk bi navê "Dîk, kîvroşk û rovî" hat pêşandan. Piştre koma Kewkeb El Tifûlê (Gerostêrka Zarokan) û koma Navenda Çandê ya keçan du şano pêşkêş kirin.
Di festîvalê de şanoya Holako ji aliyê zarokên nexweşiya şekir ve hat pêşkêşkirin. Her wiha koma Navenda Çandê û koma Bihar stranên folklorî yên Reqayê û stranên Kurdî gotin.
Çalakiyên roja yekemîn bi stranên folklorî yên Kurdî ji aliyê koma Bihar ve bi dawî bûn.
Komîteya Amadekar da zanîn ku di roja 2'yemîn de pêşbirkên wênesazî û stranan dê werin pêşkêşkirin. Her wiha pêşangeh dê were vekirin û serdan ji bo mûzexanyê û parka zarokan were kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku festîval dê 5 rojan bidome. Herdu rojên pêşîn li navenda Reqayê, roja 3'yemîn li gundê Ebara yê bakurê Reqayê, roja 4'emîn li kantona Tebqayê û ya dawîn li kantona Minbicê were lidarxistin.
(mh)
ANHA