Çandinî li ber metirsiyê ye: Hişkesaliyê berhem şewitandin

Îsal krîzeke çandiniyê ya mezin li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû dide. Ew jî ji ber kêmbûna baranê, zêdebûna zuhabûnê û qutkirina ava çeman ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve. Di encamê de berhemên çandiniyê bi taybetî yên bejî şewitîn û bandoreke neyênî li ewlekariya xwarinê û aboriya herêmê hat kirin.

Çandinî li ber metirsiyê ye: Hişkesaliyê berhem şewitandin
Çandinî li ber metirsiyê ye: Hişkesaliyê berhem şewitandin
Çandinî li ber metirsiyê ye: Hişkesaliyê berhem şewitandin
Çandinî li ber metirsiyê ye: Hişkesaliyê berhem şewitandin
17 gulan, 2025   03:45
HESEKÊ

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çandinî stûna jiyana aborî û civakî ye. Piraniya şêniyên herêmê çandiniyê wekî çavkaniya sereke ya ku pê debara jiyana xwe bikin, dibînin. Li herêmê rûberên berfireh ên ku ji bo çandiniyê guncaw in, hene û hewaya wê jî heta salên dawîn baş bû û ji bo çandina genim, ceh û sebzeyan bikêrhatî bû.

Ev taybetmendî û posporiya çandiniyê ya ku şêniyên herêmê ji pêşiyên xwe girtiye, hişt Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe çavkaniya xwarinê ya Sûriyeyê û heta asteke mezin xwetêrkirin bi saya herêmê hatibû pêkanîn. Lê belê guhartinên hewayê û paşketina alîkariyên çandiniyê hişt ev qad bigihîje ber metirsiyeke mezin.

Bi piranî, çandiniya di zeviyên herêmê de xwe dispêre ava baranê. Lê ji ber ku ev 5 sal e rêjeya barîna baranê kêm bûye, êdî çandiniya bejî li gelek deveran nayê bikaranîn.

Girêdayî mijarê, cotkarê bi navê Osman El Ehmed ê ji gundê Simêhan Xerbî yê bajarê Til Birak ê kantona Cizîrê ev mewsima îsal wekî "mewsima herî xerab" bi nav kir û got: "Kêmbûna baranê û guhartinên hewayê berhemên bejî yên genim û ceh şewitandin. Ji ber derengmayîna belavkirina mazotê berhemên avî jî têk çûn ji ber ku dereng hatin avdan."

Cotkarê bi nvê Beşar El Hemed ê ji bajarê Şedadê got ku zirarekî mezin gihîşt berhema kemûn, genim û ceh û ew jî ji ber kêmbûna baranê ye.

El Hemed got: "Em di salê de li benda yek mewsimê ne. Ev jî tê wateya ku keda me ya salekê û zadê malbatên me winda bûn."

ÇANDINIYA AVÎ NE ÇARESERIYA HERÎ BAŞ E

Tevî ku tê gumankirin ku çandiniya avî aramtir û baştir be, lê belê cotkaran got ku zirarekî mezin gihîştiye wê jî, ne tenê ji ber kêmbûna avê, her wiha ji ber paşketina alîkariyên lojîstîk û belavkirina mazotê.

Osman El Ehmed got ku mazot dereng gihîşt wan û vê hî bandor li hilberînê kir.

Cotkarê bi navê Casim El Hemo yê ji bajarê Hol got ku krîz ji 2020'an ve didome lê îsal zehmetir bû. El Hemod diyar kir ku wî nikarkibû tov û semadê ji xwe peyda bikira ji ber wê ew neçar bû ku dakeve sûka reş bi nirxên buha wan bikire.

ÇEMÊ XABÛR DIMIÇIQE Û TIL TEMIR BEDELA WÊ DIDE

Li bajarê Til Temirê ev 5 sal e, piştî dagirkirina bajarê Serêkaniyê ji aliyê dewleta a dagirker û çeteyên wê ve, ava çemê Xabûr qut e.

Girêdayî wê, pisporê çandiniyê û hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Til Temirê Seîd El Nayif got: "Ji bo avdanê piraniya cotkaran xwe dispêrin ava çemê Xabûr. Lê ji ber qutkirina wî êdî çavkaniyên xwezayî yên avdanê neman. Di encamê de hilberîn paş ket û zirar gihîşt sewalvaniyê."

El Nayif diyar kir ku ji bo sivikkirina krîzê Desteya Çandiniyê têra 4 avdanan mazot belav kir lê belê ji ber zêdebûna pêwistiya herêmê pirsgirêkên ji şiyana desteyê mezintir derketin, nexasim piştî hedefgirtina stasyonên petrolê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve.

BANDOREKE RASTERAST LI JIYANA WELATIYAN DIKE

El Ehmed got ku ev krîz ne tenê para cotkaran e, her wiha ya tevahî welatiyan e. Bi paşketina çandiniyê re derfetên karên mewsimî jî kêm dibin, şiyana kirînê jî lewaz dibe û xwestina xwarinê jî zêde dibe û got: "Çandiniya baş xwetêrkirinê pêk tîne, derfetên kar peyda dike û sewalvaniyê pêş dixe, lê eger ew nebe em ê van tiştan ji dest bidin û hevsengiya aborî ya herêmê jî dê têk biçe."

COTKARÊN BANG LI ALIYÊN BERPIRS DIKIN

Cotkarên ku ji ajansa me re axivîne bang li aliyên berpirs kirin ku ji bo parastina sektora çandiniyê gavên lezgîn bavêjin wekî diyarkirina nirxekî guncaw ji bo tovên genim û ceh û diyarkirina demên belavkirina mazotê li gorî pêwistiya avdanê.

Cotkaran xwest ku tov û semad bi nirxên baş werin peydakirin, rêbazên avdanê werin nûjenkirin, bîr û sîstemên avdana bi dilopan werin bikaranîn û saziyên çandiniyê madeyên sereke peyda bikin da ku pêşî li sûka reş were girtin.

BANGA DAWÎN

Di rewşeke wiha de ku hişkesalî û têkçûna binesaziya çandiniyê didome, pêşeroja çandiniyê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihîştiye ber metirsiyeke pir mezin. Hemwextî krîzên aborî, siyasî û jîngehî jî cotkar ditirsin ku sala bê nikaribin çandiniyê bikin.

(mh)

ANHA