Li Siwêdayê pevçûn û hewldanên ketinê

Komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, ligel bikaranîna çekên giran, hawanan û dronan hewl da bikevin bajarokê El Mecdel ê gundewarê Siwêdayê. Lê Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê bersiva da wan da û zirarên mezin gihandin wan.

Li Siwêdayê pevçûn û hewldanên ketinê
13 mijdar, 2025   22:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji bajarê Siwêdayê daxuyand ku ji ber hewlên ketinê yên komên çekdar ên hêzên hikumeta veguhêz li eniya bajarokê El Mecdel pevçûnên dijwar rû didin. Di pevçûnan de dron û çekên giran hatin bikaranîn. 

Nûçegihan diyar kir ku Hêzên Parêzvanên Niştîmanî bersiva hewlên ketinê û jêderên êrişan da, di encamê de zirarên mezin gihandin komên çekdar.

Nûçegihan anî ziman ku komên çekdar destpêkê bi çekên giran û navîn, avêtina hawanan û bi dronên biçek êrişî El Mecdel kir, da ku piştre bikeve bajarok.

Li gorî nûçegihan, Hêzên Parêzvanên Niştîmanî hêzên teqwiyeyê ji bo xurtkirina nuqteyên parastinê şandin derdora bajarok. Nûçegihan aşkera kir ku hîna heta vê kêliyê pevçûn didomin û hêzên li tevahî eniyan di seferberiyê de ne.

Di dawiyê de nûçegihan got hêzên hikumeta veguhêz wekî piştgirîdayîna komên çekdar ên êrişkar rêya Siwêda-Tailê bi çekên giran ji nuqteyên xwe yên li Til Hedîd ê rojavayê Siwêdayê topbaran kirin.

(fr)