Fermandar Hêvî Umut û şervanê QSDˈê Heqî Qamişlo hatin oxirkirin

Ji fermandarên YPJˈê Hêvî Umut û şervanê QSDˈê Heqî Qamişlo bi biryardariya “Soza Tolhildan” li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan hatin oxirkirin.

24 mijdar, 2024   14:31
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û Amûdê, fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Hêvî Umut (Sediya Ehmed) û şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Heqî Qamişlo (Mihemed Ebas) bi merasîmeke girseyî li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo oxir kirin.

Şêniyan cenazeyê her du şehîdan bi sloganên `Şehîd Namirin` ji morgê birin Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan. Li pakrewangehê merasîma oxirkirinê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.

ˈWÊ GEL XWEDÎ LI ŞEHÎDÊN XWE DERKEVEˈ

Di merasîmê de rêvebera Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cewahir Osman axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Cewahir bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk a dagirker û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi kiryarên xwe yên qirêj û bi hedefgirtinan li hemberî jinên pêşeng derdikeve. Ji van kiryaran re derexlaqî têne gotin ku em qet qebûl nakin. Dijmin bi planên xwe dixwazin îradeya me bişkîne, dixwaze em dest ji nirxê xwe berdin. Lê wê gel xwedî li soza şehîdên xwe derkeve."

`RÊHEVAL HÊVÎ KEDEKE MEZIN DA`

Fermandara YPJ`ê Revîn Cûdî jî li ser kesayet û têkoşîna şehîd Hêvî ev tişt anî ziman: " Rêheval Hêvî li ser esasê fikra Rêbertî bê dudilî, her dem bi fedakarî, dilnizmî û berpirsyarî kedeke mezin da. Di dema êrişa DAIŞ`ê li dijî herêmê de di çeperên şer de li ber xwe da.  Dewleta Tirk a dagirker li hember berxwedan û têkoşîna pêşengan bi bin dikeve, lew ra wan dike hedefa xwe. Soza wan ji bo şehîdên wan, soza tolhildanê. Em ê dijmin bi bin bixin û têkoşîna hevreyên xwe mezintir bikin.”

`ŞOREŞA ME RONAHÎ YE`

Endamê Kongra Îslama Demokratîk Elî Resûl axivî û destnîşan kir ku şehadet ji bo gelan cihê serbilindahiyê ye. Resûl wiha dom kir: “Şehîd kevokên ku li asîman aştiyê belav dikin. Em serê xwe ji kesekî natewînin. Şoreşa me ya ronahiyê bi fikra Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir û bi tevlêbûna bi mîlyonan kesan berdewam dike. Em ne tenê ji bo xwe, di heman demê de ji bo tevahiya cîhanê aştiyê û azadiyê dixwazin."

LI SER ŞOPA HEQÎ SERÊKANIYÊ, HEQÎ QAMIŞLO

Piştre birayê şehîd Heqî Qamişlo, Murad Ebas diyar kir ku birayê wî Heqî navê hevalê xwe Heqî yê ku li Serêkaniyê şehîd bûye rakir û li ser şopa wî xeta berxwedanê meşand.

Birayê Şehîd Hêvî Umut, Ezîz Ehmed sersaxî ji gel re xwest û got welat bi keda û bi fedakariyên şehîdan ava dibin.

Bavê şehîd Heqî Qamişlo, Elî Ebas axivî û destnîşan kir ku şehîd Heqî bi israr xwest di qada leşkerî de bixebite û heta dawiyê di nava xebatê de bû.

Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê yên şehîd Hêvî Umut û Heqî Qamişlo hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Rêheval û malbatên şehîdan cenazeyên her du şehîdan li ser milan rakirin û li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.

Fermandara YPJ`ê Hêvî Umut 11`ê Mijdarê (2024) dema beşdariya merasîmê bîranîna şehîdên rizgarkirina bajarê Şengalê bibû di encamê êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. Şervanê QSD`ê Heqî Qamişlo (Mihemed Elî Ebas) jî 22`yê Mijdarê dema li ser erka xwe bû li bajarê Hesekê şehîd bû.

(sb/bb)

ANHA