Li kantona Reqayê bazirganekî narkotîkê hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bazirganek û firoşkarekî narkotîkê li kantona Reqayê girt û bi wî re gelek madeyên narkotîkê desteser kir.

Li kantona Reqayê bazirganekî narkotîkê hate girtin
24 mijdar, 2024   14:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku hêzên wan, îro 24`ê mijdarê, li ser bendeke kontrolê ya bajarê Reqayê bazirganekî narkotîkê girt.

Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatine parvekirin, hate gotin ku piştî lêpirsînê kesê girtî li xwe mikur hat ku bazirganiya narkotîkê dike. Di serdekirtina ser mala wî ya li bajarê Reqayê de Hêzên Ewlekariyê gelek cureyên narkotîkê desteser kirin.

Madeyên narkotîkê ku hatine desteserkirin: 

98.16 gram krîstal mîs

3 kîlo û 200 gram Heşîş.

2 hezar hebên captagonê.

Boriya tabyet a birina nakotîkê.

 (şx/k)