Şêniyên Reqayê sersaxî da malbata şehîd Fîras El Bîco

Şêniyên kantona Reqayê ji malbata şervanê QSD`ê şehîd Fîras Mhemed El Bîco re sersaxî xwest û soz da ku li ser rêya şehîdan têkoşînê bidomînin.

Şêniyên Reqayê sersaxî da malbata şehîd Fîras El Bîco
Şêniyên Reqayê sersaxî da malbata şehîd Fîras El Bîco
Şêniyên Reqayê sersaxî da malbata şehîd Fîras El Bîco
Şêniyên Reqayê sersaxî da malbata şehîd Fîras El Bîco
Şêniyên Reqayê sersaxî da malbata şehîd Fîras El Bîco
Şêniyên Reqayê sersaxî da malbata şehîd Fîras El Bîco
24 mijdar, 2024   14:21
REQA

Şêniyên kantona Reqayê, nûnerên meclisên Rêveber ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê, meclisên xwecih, Meclisa Leşkerî ya Reqayê, Meclisa Kar û Barên Olî ya Reqayê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û partiyan tev li merasîma sersaxiyê ya şervanê Hêzên Sûriya Demokraîtk (QSD) şehîd Fîras Mihemed El Bîco bûn ku li pêşiya mala malbata wî ya li bajarê Reqayê hate lidarxistin.

Şervanê hêzên Komandos ên QSD`ê Fîras El Bîco di oxira parastian ewlehiya herêmê de 21`ê Mijdara 2024`an şehîd bûye.

Hevserokê Meclisa Giştî ya kantona Reqayê Luey El Îsa di merasîmê de axivî û ji malbata şehîd re sersaxî xwest û got ku şehîdan ji bo ku em di nava ewlehiyê de bijîn canê xwe feda kirin.

El Îsa wiha domand: "Ji vir em ji zordest û dagirkeran re dibêjin, em ê li ser rêya şehîdan bin ta ku axa dagirkirî ji dewleta Tirk a dagirker rizgar bikin."

Endama Nivîsgeha Perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbyayê Kerem El Hemed jî got: " Netewa demorkatîk bi şehîdên xwe serbilind e yên ku ji bo parastina welêt canê xwe feda kirin. Li cem netewan û civakan, şehîd xwedî cihekî bilind e."

Kerem soz da ku heta biserxistina projeya netewa demokratîk dê li ser rêya şehîd bin.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(şx/k)

ANHA