‘Ezmûna Rêveberiya Xweser ji aloziya Sûriyeyê re çareserî ye’

Rewşenbîrên ji kantona Tebqayê diyar kir ku ezmûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyeyê re. Rewşenbîran got rêveberiya nenavendî û beşdariya berfireh a gel faktorên mîsogerkirina demokasiyê li Sûriyeyê ne.

‘Ezmûna Rêveberiya Xweser ji aloziya Sûriyeyê re çareserî ye’
‘Ezmûna Rêveberiya Xweser ji aloziya Sûriyeyê re çareserî ye’
‘Ezmûna Rêveberiya Xweser ji aloziya Sûriyeyê re çareserî ye’
‘Ezmûna Rêveberiya Xweser ji aloziya Sûriyeyê re çareserî ye’
21 adar, 2025   07:15
TEBQA
RÎNAD EL ELÎ

Piştî rûxandina rejîma Esed jî aloziyên Sûriyeyê bi dawî nebûne. Desthilata Şamê jî bi tena serê xwe biryaran dide. Rewşenbîrên sûriyeyî, ezmûna Rêveberiya Xweser wek modela herî guncaw a ji bo avakirina Sûriyeya nû destnîşan kir.

Çalakvan Nûr El Seîd a ji Tebqayê bi bîr xist ku di ser parastina herêmê ji şerê navxweyî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destkeftiyên mezin bi dest xistin û got: "Avakirina hêzên ewlehî û leşkerî wekî QSD’ê, herêm ji êrişên navxweyî û yên derve parast. Her wiha Rêveberiya Xwser tevahî pêkhate di bin sîwanekê de anî gel hev. Rêveberiyê bi rêya bi pêkanîna siyasetên pêşxistina pirrengî, nasnameya çandî ya hemû pêkahteyan û beşdariya wan di avakirina biryaran de, mafên tevahî pêkhateyan mîsoger kir."

Çalakvan Yasir El Kurdî yê ji heman kantonê destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser xwe dispêre rêveberiya nenavendî ya li ser esasê beşdariya çalak a civaka xwecih û pêşxistina demokrasiyê.

Yasir El Kurdî bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser meclisên kantonan û rêveberiyên xwecih ava kirin, sazûmaniyeke rêveberî ya nenavendî daniye ku mafên civakên xwecih di avakirina biryarê de diparêze.

El Kurdî di dewama axaftina xwe de da zanîn ku sîstema hevserokatiyê ya ku xwe dispêre wekheviya di navbera her du zayendan de yek ji taybetmendiyên herî diyar ên Rêveberiya Xweser in ku rola jinan di rêveberiya civakê de xurt dike.

Yasir El Kurdî pesnê hewldanê Rêveberiya Xweser ên ji bo teşwîqkirina avakirina rêxistin û sendîkayan jî da. El Kurdî îşaret pê kir ku Rêveberiya Xweser di ware azadiyên ferdî de guhertinên mezin pêk anîn û got: "Rêveberiya Xweser azadiya derbirînê û çapemeniyê pêş xist. Destek a pirrengiya zimanî û çandî. Zimanê xwecih derbasî qada ferêkirin, îdarî û ragihandinê kir. Modela Rêveberiya Xweser dikare ji sûriyeyan  re bibe mînka xwe rêvebirinê ku mafên hemûyan mîsoger bike û ji bo Sûriyeke demokratîk a pirrengî ku hemû gelê wê di nava xwe de bihewîne bibe bingeh."

Nivîskar Ehmed El Elî jî bi bîr xist ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi armanca pêşxistina ronesansa civaka xwecih gelek pêngavên civakî û çandî dane destpêkirin û got, "Ji wan pêngavan, organîzekirina festîvalên çandî û hunerî yên pêkhateyên herêmê. Ev jî dihêle ku nasnameya çandî pêş de biçe û dihêle ku herêmên Rêveberiya Xweser ji bo hemû Sûriyeyan bibe cihê ewle."

Ehmed El Elî anî ziman ku modela Rêveberiya Xweser dikare ji aloziya Sûriyeyê re bibe çareserî û rêya demokasiyê ji gelan re.

(bb)

ANHA