Şêniyên Amûdê: Divê dewleta Tirk a dagirker hesab bide

Şêniyên bajarê Amûdê diyar kir ku ji ber sûcên wê yên domdar ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, divê hesab ji dewleta Tirk a dagirker bê pirsîn. Şêniyan anî ziman ku komkujiya Kobanê îradeya gelê Kurd naşikîne.

Şêniyên Amûdê: Divê dewleta Tirk a dagirker hesab bide
21 adar, 2025   03:55
QAMIŞLO
SÎMAV MEHMÛD

Şêniyên bajarê Amûdê komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li gundê Berxbotanê yê Kobanê pêk anîbû û di encamê de ji malbatekê 10 kes şehîd bûn, şermezar kir.

Cîhan Hebîb diyar kir ku piştî banga Rêber Abdullah Ocalan a aştî û civaka demokratîk jî dewleta Tirk a dagirker êriş û komkujiyên xwe li dijî sivîlan didomîne. Cîhan bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku dawî li êrişan bîne û sivîlan biparêze.

Ebducebar Berekat jî diyar kir ku dewleta Tirk êrişên hovane li dijî gelê Kurd pêk tîne û wiha domand: "Armanca wê qirkirina me ye. Lê çi bike jî wê nikare me qir bike."

Ebducebar Berekat der barê komkujiya Kobanê de got: "Vê malbatê çi guneh kiribû ku were hedefkirin."

Ebduselam Qafûr destnîşan kir ku ji ber têkçûna armancên wê yên leşkerî li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê dewleta Tirk a dagirker a dagirker êrişên xwe zêde kir û sivîlan dike armanc. Qafûr bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku demildest bikevin tevgerê û dawî li sûcên dewleta Tirk a dagirker bînin.

Şêniyan anîn ziman ku îradeya wan nayê şikandin û dê heya mîsogerkirina azadî û mafên xwe tê bikoşin.

(bb)