Li Qamişlo komxebata "Çareserî federalî ye" hat lidarxistin

Komîteya Serbixwe ya Sûriyeyê, bi ser navê “Destpêşxeriya Gelêrî ya Kurdî ya Serbixwe (Çareserî Federalî ye) komxebatek li dar xist.

12 ÇILE, 2025   13:37
QAMIŞLO

Komîteya Serbixwe ya Sûriyeyê, li Hola Zana ya li bajarê Qamişlo, bi ser navê “Destpêşxeriya Gelêrî ya Kurdî ya Serbixwe (Çareserî Federalî ye) komxebatek li dar xist.

Endam û rêveberên partiyên siyasî yên kurdî, rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar û kesayetên serbixwe beşdarî komxebatê bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtin, komxebat ji aliyê Komîteya Amadekar a Serbixwe ve birêve çû.

Ji aliyê beşdaran ve geşedanên siyasî, leşkerî, dîplomatîk û hwd. yên li cîhanê, Rojhilata Navîn û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin nirxandin û têkildarî pêşeroja Sûriyeyê û rola Kurdan û pekhateyên din ên li Sûriyeyê, li ser pergala federalîzmê hat nîqaşkirin.

Kesayetê Serbixwe Mamoste Hesen Salih da zanîn ku gelê Kurd di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe û bal kişand ser kiryarên rejîma Baas ên li dijî gelê Kurd û destnîşan kir ku bi salan nasnameya gelê Kurd jê hatibû xespkirin.

Hesen Salih li dijî polîtîkayên rejîma Baas behsa dîroka têkoşîna gelê Kurd kir û diyar kir ku ew heya roja îro jî neçar mane ku li dijî netewperestiyê xwe birêxistin bikin.

Hesen Salih bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û destnîşan kir ku armanca wan dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê ye.

Hesen Salih di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hêza gelê Kurd û got: “Îro têkoşîna gelê Kurd di rojeva hemû cîhanê de ye. Cîhanê hemûyan qehremaniya gelê Kurd a li dijî çeteyên DAIŞˈê dît. Îro em wek gelê Kurd xurt in û dikarin xwe birêve bibin. Lazim e bi yekrêziya Kurdî, bi dengekî bilind em ji bo pêşeroja Sûriyeyê pergala federalîzmê bixwazin."

Endamê Navenda Firatê ya Lêkolînên Stratejîk Welîd Çolî jî da zanîn ku li ser malpera xwe ji bo pêşeroja Sûriyeyê anketeke ku sê pirsan dihewînê nav xwe çêkirine û destnîşan kir ku gelê Sûriyeyê bi qasî rêjeya ji sedî 82 ji bo Sûriyeyê sîstema federalîzmê daxwaz kiriye.

Welîd Çolî diyar kir ku ku encama ku ji anketê derketiye ne tenê daxwaziya gelê Kurd e, daxwaziya hemû pêkhateyên li Sûriyeyê ye û destnîşan kir ku niha encama rêjeyê bi wî rengî jî be, ew ê têkildarî vê mijarê xebatên lêkolînên xwe berdewam bikin.

Endamê Komîteya Maf a ENKS’ê Ridwan Seydo jî destnîşan kir ku ya girîng ew e ku destkeftiyên gelê Kurd werin parastin.

Ridwan Seydo di berdewamiya axaftina xwe de da got, li Başûrê Kurdistanê ji bo Kurdan pergaleke federalî ya bi tenê heye, lê hîna bi hikûmeta Iraqê re ji pirsgirêkan rizgar nebûne. Lewma pêwîst e li pergaleke ku gelek federaliyan digrê nava xwe ew bipejirînin.

Komxebat, bi nîqaş û nirxandinên beşdaran dom kir.

ANHA

(bm/bb)