Eşîra Badîna ya Amûdê: Yan azadî û rûmet an mirineke serbilind

Xelkê eşîra Badîna ya bajarê Amûdê tev li seferberiya giştî bû û diyar kir "An jiyaneke azad û birûmet an jî mirineke serbilind."

Eşîra Badîna ya Amûdê: Yan azadî û rûmet an mirineke serbilind
25 ÇILE, 2026   14:58
AMÛDÊ

Eşîra Badîna ya bajarê Amûdê bi daxuyaniyekê tev li seferberiya giştî bû û diyar kir ku ew li kêleka hêzên leşkerî parastina herêmên xwe li hember gefên li dijî ewlehî û aramiyê dikin.

Endamê eşîrê Ebdulkerîm bi zimanê kurdî û Mezher Şêxo bi zimanê erebî li Qada Jina Azad a Amûdê bi amadebûna şênî û rûspiyên eşîrê tevî hildana çekên xwe, daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku eşîra Badîna li ser banga seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweser a parastina Rojava tev li seferberiyê dibin û destnîşan kir ku eşîra Badîne bi ciwan, kalemêr, jin û zilamên xwe soz didin şehîdên Rojava ku bi hemû rê û rêbazan li hember êrişên barbarî û leşkerî yên li dijî hebûna Kurdan li ser xaka wan bisekinin.

Eşîrê di daxuyaniyê de diyar kur ku pêwîst e tevahî keç û xort li eniyên şer bin û got pêdiviya qonaxê bi yegirtinê û sekna li dijî gefan heye.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "An jiyaneke azad û birûmet an jî mirineke serbilind.”

Daxuyanî bi dirûşmên "Berxwedan jiyan e" û "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.

(fr)

ANHA