Êrişî Urmiye, Helebce û Hemedanê hat kirin

Balafirên şer ên DYA û Îsraîlê navenda polîsan a bajarê Urmiye û li Hemedanê jî cihek bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê ziyan di avahiyên derdorê de çêbû.

Êrişî Urmiye, Helebce û Hemedanê hat kirin
7 adar, 2026   15:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên DYA û Îsraîlê yên li dijî Îranê didomin. Li gor agahî û dîmenên li ser torên dîjîtal hatine belavkirin, balafirên şer navenda polîsan a bajarê Urmiyeyê bombebaran kirine. Hat ragihandin di encama bombebaranê de navenda polîsan hilweşiyaye û zirar gihîştiye hin avahiyên welatiyan ên nêzî cihê bûyerê.

Her wiha hat zanîn ku balafirên şer li devera Qasimabadî ya li Hemedanê jî êriş pêk anîne. Heta niha nayê zanîn li cihê hatî bombebarankirin çi qewimiye, lê dûmanek mezin ji deverê radibe.

Li aliyê din hat ragihandin ku balafirên şer baregeha fermandariya polîsan a Gîlan ya dikeve bakurê Îranê jî bombebaran kirine.

Îro carek din rejîma Îranê bi dironan du bircên peywendiyê yên li çiyayê Befrî Mîrî ya li zincîre çiyayê Şinro ya li parêzgeha Helebceyê hedef girt.

tenê ziyanên madî çêbûne. Hat gotin ku piştî êrişê di peywendiyên telefonî de pirsgirêk derketiye û şebeke qut bûye.