Êrişên Rûsyayê yên li dijî Ukranyayê: Kuştiyek, 11 birîndar

Hate ragihandin ku di êrişên hêzên Rûsyayê yên li dijî Ukranyayê de kesek hat kuştin û 11 kes jî birîndar bûn.

Êrişên Rûsyayê yên li dijî Ukranyayê: Kuştiyek, 11 birîndar
15 adar, 2025   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê herêma Dnipropetrovskê ya Ukraynayê Serhiy Lysak ragihand ku duh li bajarê Kryvyi Rih moşekeke Rûsyayê li nav şêniyan ket. Lysak anî ziman ku di êrişê de 2 jê zarok, 11 kes birîndar bûne.

Lysak dîmenên zirarên ku ji ber êrişê li malên niştecihan û hin şîrketan bûne, li ser kanala xwe ya Telegramê weşandin.

Serokê rêveberiya leşkerî ya Kryvyi Rih Oleksandr Vilkul hişyarî da niştecihan ku ji ber metirsiya êrişên dubare di stargehan de bimînin.

Waliyê herêma Xersonê jî bi rêya Telegramê ragihand ku bombeyên Rûsyayê li bajarê Xersonê li çend armancan ketin û di encamê de kesek hat kuştin.

(bb)