Di êrişa DAIŞ’ê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku dewriyeyeke wan li bakurê Reqayê rastî êrişa çekdarî ya şaneyên çeteyên DAIŞ’ê hat û di encamê de endamekî wan şehîd bû.

Di êrişa DAIŞ’ê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû
15 adar, 2025   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di 12’ê Adarê de li ser rêya Reqa-Elhikûmiye ya li herêma Hazima ya li bakurê Reqayê, dewriyeyeke wan rastî êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ’ê hat û di encamê de endamekî wan ê bi navê Beşar Ehmed El Gedro şehîd bûye.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Beşar Ehmed El Gedro
Navê Dayikê: Fatima
Navê Bav: Ehmed
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Reqa, 1998
Dîroka tevlêbûnê: 12.04.2017
Dem û cihê şehadetê: 12.03.2025, Reqa.

(k)