Êrişên li ser Eyn Îsayê dewam dikin

Ji saetên sibehê ve hemû xetên Eyn Îsayê û gundewarên wê bi dijwarî tên topbarankirin û bombebarankirin.

Êrişên li ser Eyn Îsayê dewam dikin
28 ÇILE, 2025   15:51
EYN ÎSA

Ji saetên sibehê ve, bombebaran û topbarana dewleta Tirk a dagirker a li ser Eyn Îsa û gundewarên wê dewam dikin.

Dagirkeran gundên El Seramda û El Ebid El Cumaa yên li rojhilatê Eyn Îsayê topbaran kirin.

Di topbaranê de tankeke avê ya gundê Laqo yê li rojavayê bajarê Girê Spî jî hat hedefkirin. Her wiha şîrketa elektrîkê ya Eyn Îsayê hat bombebarankirin. Di encamê de gund û bajarên Eyn Îsayê bê elektrîk mane.