Careke din welatiyên li Bendava Tişrînê tên hedefgirtin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din welatiyên li Bendava Tişrînê nobedê dikin, topbaran dikin.

Careke din welatiyên li Bendava Tişrînê tên hedefgirtin
16 ÇILE, 2025   17:45
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, di van kêliyan de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê welatiyên li Bendava Tişrînê nobedê dikin, bi çekên giran topbaran dikin.

Beriya çend saetan jî dewleta Tirk a dagirker nobedarên li Bendava Tişrînê topbaran kiribûn, di encamê de welatiyek şehîd bû, di nav de 4 rojnamevan 10 welatî jî birîndar bûn.

Duh jî dewleta Tirk a dagirker welatiyên li Bendava Tişrînê topbaran kiribû û di encamê de 3 welatî şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn. Beriya wê jî dema ku welatiyên ji kantona Firatê berê xwe dida bendavê jî hatibûn hedefgirtin, di encamê de welatiyek şehîd bû û 4 jî birîndar bûn.

(fr)