Pêngava azadiyê mehek temam kir

Berdevka Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” Zubeyde Zumrut diyar kir ku hemleya li 74 navendan hatiye destpêkirin niha li zêdetirî 100 navendan belav bûye û ew hewl didin ku çeperên têkoşînê berfirehtir bikin.

 Pêngava azadiyê mehek temam kir
10 mijdar, 2023   02:39
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN

Dostên Kurdan ji çar hêlên cîhanê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd 10`ê Cotmehê li bajarê Strasburg ê Fransayê pêngavekeke cîhanî ya bi navê ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ ragihand. Ev pêngav bi taybet ji ber rasthatina sala 74`an a temenê Rêber Abdullah Ocalan, li 74 navendan bi awayekî hemwext hat destpêkirin û daxuyanî hatin dayîn.

Gelek nûnerên sendîka, partiyên siyasî, parlamenter, aktîvîst, jin, ciwan, rêxistinên civaka sivîl, komên hawirdorparêz, xwediyên Xelata Nobelê ya Aştiyê, fîlozof, akademîsyen, siyasetmedar, hunermend û nivîskar tev li hemleyê bûn. Beşdarî û piştevaniya hemleyê hê jî dewam dike.

Hemle îro (10`ê Mijdarê) mehekê temam dike. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistanê ya Ewropayê (KCKD-E) û berdevka hemleya `Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî` Zubeyde Zumrut ji ajansa me re nirxandin kir.

'AZADIYA FÎZÎKÎ Û ÇARESERÎ GIRÊDAYÎ HEV IN'

Zubeyde Zumrut anî ziman ku têkoşîna 25 salan ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin bi hemleya 10`ê Cotmehê re jî derket holê ku êdî gerdûnî bûye û wiha pê de çû; “Gelê Kurd û dostên Kurdan yên ku bi fikra Rêber Apo bawer in ev 25 sal in ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têdikoşin. Ev têkoşîn gerdûnî bûye. Êdî Rêber Apo bi paradîgma û têkoşîna xwe bûye Rêberê gelan. Ev demeke dirêj e ji Rêber Apo tu agahî nayê wergirtin, têkilî qut bûne, di girava Îmraliyê de çi diqewime ne diyar e. Ji ber vê metirsiyên pir mezin hene. Kampanya li dijî komployê, tecrîda girankirî, girtina fîzîkî ya Rêber Apo, tundiya li ser gelê Kurd tê meşandin hate destpêkirin. Demeke dirêj amadekariyên mezin ji bo hemleyê hatin kirin. Beriya niha hemleya `Dem Dema Azadiyê` hebû, me ev anî asteke din û hemleya `Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re Çareserî` da destpêkirin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn bi hev ve girêdayî ne. Rêber Apo di hevdîtinên dawî de anîbû ziman ku `24 saetan bidin min ez ê pirsgirêka Kurd jî çareser bikim, pirsgirêka Rojhilata Navîn jî çareser bikim.` Êdî her kes vê dizanê ku îro Rêber Apo azad bibe wê şerê Rojhilata Navîn raweste, aşitiyeke mayînde pêk were.”

'HEWILDAN EW E KU ÇEPERÊ TÊKOŞÎNÊ BERFIREHTIR BIBE'

Zubeyde bal kişand ser belavbûna hemleyê li navendên din ên cîhanê û ev nirxandin kir: “Destpêkê me li 74 navendan hemle da destpêkirin. Niha jî 100 derbas kiriye. Kesayetên tên naskirin, parlamenter hemû ketine nav hewldanan ku çeperê vê têkoşînê berfirehtir bibe. Ev kampanya ji lingê civakê ne qute. Helbet em lingê civaka Kurd û yên dostan bi rêxistin dikin, plansaziyê vê jî hene. Civakên ku em nagihîjin wan dostên Kurdan wan birêxistin dikin. Ji bo ku her kes xwe di nava vê hemleyê de bibîne û têkoşîna wê bide.”

'ME LI NAVENDA BIRYARÊ DEST PÊ KIR'

Zubeyde got ji ber ku navenda biryara dîlgirtin, teslîmkirin û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan Ewropa ye, hemle li wir dane destpêkirin. Zubeyde têkildarî nêzîkatiyên CPT û mafê mirovan jî ev tişt anîn ziman: “Hemle li Ewropayê hate destpêkirin ku ev xwedî wate ye. Navenda dayîna biryara dîlgirtin, teslîmkirin û tecrîta li ser Rêber Apo Ewropa ye. Tu hêza dewleta Tirk tine bû ku here Rêber Apo dîl bigre, di girava Îmraliyê de rehîn bigire û niha jî tu hêza wan tune ye ku bi tena serê xwe tecrîdê bidin meşandin. Hêzên navneteweyî hêz didin dewleta Tirk û çavên xwe jê re digirin. Mafên mirovan li Tirkiyeyê tê bipêkirin, hiqûq hatiye rakirin lê saziyên navendên wan Ewropa ye wekî mafê mirovan û Yekîtiya Ewropa yê çav digirin. Divê CPT îşkenceya li Îmraliyê teşhîr bike, lê mixabin CPT ketiye bin kontrola siyasetê. Heta niha di çarçoveya têkoşîna em didin meşandin de saziyên wekî CPT, mafê mirovan tu bersiv an jî agahdarî nedane. Armanca me jî ew e ku em van saziyan bixin tevgerê da ku bi erkên xwe yên esasî rabin û dewletan jî hişyar bikin. Vê hemlêyê ji bo encamgirtinê me dest pê kiriye.”

'KELECANEK AVA KIR Û ROJEVA XWE PARAST'

“Di nav mehekê de plansaziya ji bo hemleyê hatibû danîn, gav bi gav pêk hat û rojeveke germ ava kir” bi van gotinan Zubeyde meheke ji hemleyê nirxand û bandora wê di cîhanê de jî wiha anî ziman: “Li gelek cih, parzemînan de daxuyanî hatin dayîn. Vê hemleyê kelecanek çêkir. Rojeva cîhanê niha şerê Filîstîn-Îsraîlê ye, lê rojeva Kurdan û dostên wan ev hemle ye. Azadiya Rêber Apo ye. Helbet şer tundiya mirovahiyê ye, şer li kuderê were em ê li hember wî şerî bisekinin. Lê di esas de ji bo şerê li Rojhilata Navîn, şerê Filistîn-Îsraîl bê sekinandin pêwîstî bi azadiya Rêber Apo heye. Ji ber wê ev hemle rojeveke germ çêkiriye, vê diparêze û belav dike. Encamgirtina vê hemleyê bi hilweşandina dîwarên Îmraliyê re pêkan e. Dema ku me li cihê herî biçûk jî rexistina Rêber Apo ava bikin, wê demê em ê bigihîjin encamê. Ji bo têkoşîna azadiya Rêber Apo bingeh hatiye avakirin, lê divê em vê bingehê wekî şax li hemû cîhanê belav bikin.”

PLANSAZIYA DEMÊN PÊŞ

Berdevka pêngava azadiyê Zubeyde Zumrut, plansaziya hemleyê ya demên pêş jî wiha parve kir: “Di demê pêş de wê li welatan meş û mîtîng bidomin. Meşa Ciwanan di 11`ê Mijdarê de wê bê lidarxistin. Çalakiyên Tevgera Jinên Kurd, jinên biyanî yên hevpar hene wê ew jî bidomin. Di 18`ê Mijdarê de derbarê 30`mîn salvegera biryara Almanya ya qedexekirina PKK wê meşek mezin li Berlînê bê lidarxistin. Ev meş ji bo rakirina qedexeya li ser PKK`ê û kampanyayê ye. Biryara rakirina qedexekirina PKK`ê wê deriyê Îmraliyê bi xwe veke.”

'DIVÊ EM XWEDIYÊ PARADÎGMAYÊ AZAD BIKIN'

Herî dawî Zubeyde Zumrut bang li hemû gelên cîhanê kir ku bi berxwedana xwe xwedî li kampanyayê derbikevin, wê birêxistin bikin, beşdarê bibin û got: “Dibe ku dostên biyanî dest bi hemleyê kiribin, lê divê gelê me jî zêdetir xwedî lê derkeve. Ev dost dostên felsefe û paradîgmaya Rêber Apo ne. Niha her kes li ser esasê paradîgmaya Rêber Apo ku li cîhanê belav bûye dixwaze xwe bi rêxistin bike. Yên ku dijî vê paradîgmayê disekine dewletên desthildar in, ew tu carî naxwazin sîstema wan xirab bibe. Ew jî wê werin ser rêya paradîgmaya demokratîk a Rêber Apo. Divê em xwediyê paradîgmayê azad bikin.”

(c)

ANHA